Ji bo Mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' broşur hatin belavkirin

  • 12:04 27 Kanûn 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Şemrexê ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya ku dê di 4'ê Çileyê de li Amed were lidarxistin, broşur hatin belavkirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Şemrexê  ya Mêrdînê serdanên mîtînga "Hêvî û Azadiyê" kir ku dê di 4'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amed bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin kir. Di van serdanan de, bi dikandar û welatiyan re sohbet hatin kirin, broşur hatin belavkirin û beşdarbûna mîtînga 4'ê Çile hate teşwîqkirin.
 
Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr di axaftinên xwe de bal kişandin ser yekîtî û hevgirtinê.. Hevşaredar Kudret Uçuk got, "Ev mîtîng mîtîngek e ji bo xurtkirina hêviya gelê me ya ji bo aştî û azadiyê ye. Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe ji bo aştiyê li Amedê bikin yek." Hevşaredar Hamdin Demir jî got, "Daxwaza hêvî û azadiyê daxwazek hevpar a van axan e. Di 4'ê Çileyê de, em ê bi gelê xwe re li qadê bin da ku îradeyek xurt li Amedê nîşan bidin."
 
Li gel axaftinan, broşu li dikandar û welatiyan hatin belavkirin û ji wan hat xwestin ku beşdarî mîtîngê bibin.