Li Amedê israra azadiyê: Di 4’ê Çileyê de li qadan bin
- 09:03 28 Kanûn 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Di mîtînga ku di 4’ê Çile de ji aliyê DEKUP’ê ve bi dirûşmeya "Hêvî û azadî" ya wê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê, jin û gel ji bo aştî, wekhevî û azadiyê daxwazên xwe wê bi hev re bînin ziman. Hevşaredara Xana Axpar Semra Akyuz der barê mîtîngê de axivî û got: “Ev mîtîng hêviya gelan e. Dengê azadiyê ye. Em hemû kesî vexwendiyê qadê dikin.”
Di 4’ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê wê mîtînga "Hêvî û azadiyê" pêk bê. Ne tenê ji Kurdistanê tê payîn ku ji her bajarê Tirkiyeyê gelek kes tevli mîtîngê bibin. Mîtîng wê di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê saet di 13.00’an de pêk bê. Xebatên ji bo mîtîngê didomin.
Tê payîn ku Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş, hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevserokê giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana di mîtîngê de biaxivin.
Hevşaredara Xana Axpar Semra Akyuz der barê girîngiya mîtîngê de axivî û banga tevlibûna mîtîngê kir.
‘Em ê li qadan azadiya gelan biqîrin’
Semra Akyuz da zanîn ku eleqeya ji bo mîtîngê gelek mezine û wiha vegot: “Ev mîtîng tenê Amedê, Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn eleqeder nake. Hemû cîhanê eleqeder dike. Ev mîtîng ji bo me girîng e. Çavê hemû cîhanê li Kurdistanê ye. Ev mîtîng ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê azadî, proje, felsefeya jin jiyan azadî ye. Mîtîngek der barê mafê hêviyê de ye. Em ê azadiya jinan û gelan biqîrin. Qeyûman ewil berê xwe dan destkeftiyên jinan. Em ji bo jiyanek nû hewl didin.”
Daxwaza hevpar a gelan: azadî, wekhevî
Semra Akyuz bi lêv kir ku gel ji şer bêzar bûye û ev tişt anî ziman: “Li dijî vê jiyaneke aram dixwazin. Bi taybet jin û dayik bertek nîşan didin. Jin aştiyê dixwazin. Naxwazin zarokên wan bimirin. Dibêjin aştî. Gel ji rewşa heyî bêzar bûye. Dixwazin zarokên wan azad bin. Li kolanan rehet bikgerin. Di serdanên me yên malbatan de her kev wisa dibêje.”
Semra Akyuz di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gel û nasnameya ku bi salan hatiye înkarkirin îro tê qebûlkirin û wiha vegot: “Bi salan behsa mirin, tunekirina Kurdan dihat kirin îro nasnameya kurd tê qebûlkirin. Ev encama têkoşîna hatiye dayîne de derketiye holê. Em ê jî têkoşîna xwe bidlomînin. Armanca me ev e ku em qadê bi rihê azadiyê tije bikin. Em ê 4’ê Çile de daxwazên xwe li Qada Îstasyonê biqîrin. Em her kesî dipên Qada Îstasyonê.”







