'Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin'
- 10:34 28 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PÎK'ê qurbaniyên komkujiya Roboskî bi bîr anî û got, "Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên ku li gelê Kurd kiriye rû bi rû nebe, ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê wê aramî nebe; wê meseleya Kurd jî çareser nabe."
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) ji ber salvegera 14'an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bombardûmana balafirên şer ên Tirk de 34 sivîlên bêguneh bi xwînxwarî hatin kuştin ku 17 ji wan zarok bûn.
PÎK'ê got, "Li gel 14 salên di ser re derbas bûne, têkoşîna edaletê ya malbatên dilşewat hîn bê encam e; kiryar nehatine darizandin, bêcezahiştin dewam dike.
Ev komkujî di dema desthilatdariya AKP'ê de hate kirin ku ji bo Kurdan dibêje 'birayên me' ne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê îro jî dijminatiyê li destketiyên gelê Kurd dike û bi zimanê şer û nefretê diaxive.
Mixabin ji davabûna rejîma Kemalîst û vir de her desthilatdariyê polîtîkaya înkar, zilm û tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd dewam kirin. Dewleta Tirkiyeyê dijminatiya xwe ya li gelê Kurd ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê, li her devera ku Kurd lê ne, dimeşîne."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Esad, dewleta Tirk li Rojava heman siyaseta înkar û dagirkeriyê dewam dike û hate gotin, "Bi lîderê çeteyan Ahmed Şara re li dijî gelê Kurd gefên bêexlaq li gelê Kurd dixwe; Wezîrê Karên Derve bi rengekî eşkere zimanekî welê bi kar tîne ku gelê Kurd dike hedef.
Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên ku li gelê Kurd kiriye rû bi rû nebe, ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê wê aramî nebe; wê meseleya Kurd jî çareser nabe.
Xwedê di Quranê de fermana edaletê dide:
'Ey yên xwedî îmanê! Ji bo xwedî maf biparêzin, bi edaletê şahidiyê bikin. Hêrsa we ya li hemberî civatekê bila we ber bi bêedaletiyê ve nebe. Bi edalet bin. Bêguman haya xwe ji kiryarên we heye'. (Sûreya Maide, ayeta 8.)
Em, bi navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) komkujiyên ku dewleta Tirk li Roboskî û gelê me kiriye, bi tundî şermezar dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Me Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin! Edalet zû yan jî dereng wê pêk were."







