Berdevka TJK-E’yê: Wê rêxistinbûyin salê diyar bike

  • 09:03 29 Kanûn 2025
  • Rojane
Oznûr Deger
 
WAN - Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan sala 2025’an nirxand û balkişand ser têkoşîna sala derbasbûyî. Ayten Kaplan got esasa ewil a dema pêş rêxistinbûn e.
 
Seranserê salê me şahidiya qetilkirinên jinan, mirinên biguman ên jin û zarokan, sûcên destdirêjiyê, polîtîkayên şerê taybet û rizandina civakê kir. Bêguman geşedana herî girîng û dîrokî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kir ya ‘Aştî û Civaka Demorkatîk’ bû. Vê bangê li cîhanê deng da û hêviya aştiyê li gorî salên din hîn mezintir bû. Bandora vê ya li Ewropayê jî di çapemeniyê de hat dîtin.
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan der barê geşedanên li Ewropayê di 2025’an de hatine jiyîn axivî.
 
‘Peyamên bi dîmen û wêne geşedanên girîng bûn’
 
Ayten Kaplan balkişand ser geşedanên sala 2025’an yên li Ewropayê û da zanîn ku pêvajoyeke ku tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûye pêvajo pêş ketiye û peyama bi wêne û bi dîmen a Abdullah Ocalan geşedanên girîng bûne. Ayten Kaplan wiha vegot: “Pêşketina pêvajoyê bêguman hêvî afirand. Bi rastî sala 2025’an tije derbas bû. Geşedanên me nedipan hatin jiyîn. Yanî em di guherîneke lezgîn de ne û em hatine asteke ku heman bersivê digirin û xwe bi rêxistin dikin.”
 
‘Wêneyê şewitandina çekan di asta dîrokî de bû’
 
Ayten Kaplan li ser şewitandina çekan û xwefehskirina PKK’ê jî sekinî û wiha bi lêv kir: “Piştî bangê partiyê xwe fesh kir. Şewitandina çekan wêneyekî di asta dîrokî de bû. Pêvajoyek girîng bû. Bi taybet bi pêşengiya Besê Hozat şewitandina çekan ji bo me pir watedar û gavek bi nirx bû. Ji bo jinan gavek pir girîng bû.”
 
‘Di polîtîkaya derve de tê şopandin’
 
Ayten Kaplan bandora deklerasyona 27’ê Sibatê ya li ser Ewropayê jî nirxand û wiha domand: “Di alî siyasî de baş e. Welatan ev gava serokatiyê şîrove kirin, nirxandin û erênî dîtin. Bi taybet gotin ji bo Tirkiyeyê derfet e. Bêguman Pêvajoyeke ku divê bê şopandinê ye. Di polîtîkaya derve de tê şîrovekirin û şopandin. Heta welatên wek Swîsreyê xwe wek navbeynkar pêşniyar kir. Ji bo pêvajo baş bimeşe welatên xwe pêşniyar kirin çêbûn. Ev ji me girîng e. Em vê pêvajoyê dişopînin û hewl didin ku çi bidin pêvajoyê. Em geşedanan dişopînin.”
 
‘Manîfestoyê deriyên nû vekir’
 
Ayten Kaplan bi lêv kir ku ev deklerasyon deriyên nû vedike û destpêk e û wiha domand: “Bêguman pêvajo ji bo me girîng e. Hem feshkirina tevgerê hem perspektîfa serokatiyê û bi manîfestoyê re pêvajoyek nû dest pê kir. Em di pêvajoya ku Kurd nedihatin qebûlkirin û bi polîtîkaya qirkirinê re dihatin rû hev re derbas bûn. Li şûna çareseriya pirsgirêkê hewl dan hem di alî leşkerî hem di alî siyasî de Kurdan beralî bikin. Lê ji bo me Kurdan pêvajoyek nû destpê kir, hinceta hebûna me temam bû. Hebûna Kurdan li seranserê cîhanê hat nasîn. Divê ev bikevin bin ewlehiya qanûnî.”
 
‘Divê em têkoşîna xwe di vî alî de xurt bikin’
 
Ayten Kaplan ji aliyê jinên Ewropayê ve nirxandina perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha vegot: “Em jin pevajoyeke bi veguherina bi civakê re biafirîne dijîn. Hem di alî fêmkirin û hem jî di alî vegotina pêvajoyê de em hewl didin perspektîfa serokatiyê ya ji bo jinan ava kiriye fêm bikin û bidin vegotin. Divê em têkoşîna xwe jî di vî alî de xurt bikin. Em di vê hişmendiyê de ne ku divê îdelolojiya azadiya jinê û perspektîf hînek din bikeve jiyanê û di nava civakê de belav bibe. Ev pêvajoyeke xwepêşxistinê ye, îradeya xwedîtinê ye.”
 
‘Ji bo hevdîtinên bi serokatiyê re serlêdan tên kirin’
 
Ayten Kaplan destnîşan kir ku piştî deklerasyonê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ hatiye destpêkirin û got: “Pêşketina pêvajoya aştiyê girîng bû. Bi rastî bê xwestin ev pêvajo bê meşandin divê Tirkiye şertên fîzîkî yên Abdullah Ocalan pêk bîne. Di vî alî de daxwaza aliyên cuda ya hevdîtina bi serokatiyê re girîng bû. Akdemîsyen, xelatgirên Nobelê, feylezof û saziyên cuda ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Bi awayekî şexsî jî daxwaza kesan heye. Serlêdanan dikin.”
 
‘Di 2025’an de gelek çalakî û mîtîng pêk hatin’
 
Ayten Kaplan balkişand ser çalakî, meş û mîtîngên di 2025’an de  li Ewropayê pêk hatine û ev tişt anî ziman: “Bêguman armanca van çalakiyan azadiya serokatiyê bû. 15’ê Sibatê, 4’ê Nîsanê rojbûna serokatiyê, 8’ê Adarê, Newroz û gelek xebatên din hatin meşandin. Jinan di van rojan de reng û tevlibûna xwe derxist holê. Gelek xebatên din ên çalakiyên kolanan, panel, semîner, xwendinên seorkatiyê hatin meşandin. Divê mafê hêviyê ji bo serokatiyê pêk bê. Serokatî bi wêneyekî gihişt her kesî. Azadiya serokatiyê wê pêşketina pêvajoyê jî diyar bike.”
 
‘Mijara jinê birînek mezin a civakê ye’
 
Ayten Kaplan çalakiyên 25’ê Midjarê yên li Ewropayê jî wiha nirxand: “Li Ewropayê jî qetilkirinên jinan tên jiyîn. Her diçe zêde dibe. Bi taybet demên dawî de li Ewropa û hemû cîhanê gelek jin hatin qetilkirin. NY’ê di vî alî de daxuyaniyek da. Di her 10 deqeyî de jinek tên qetilkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku li seranserê cîhanê 86 jin hatine qetilkirin. Ev rewş nikare bê qebûlkirin. Li Almanyayê 187 jin hatin qetilkirin. Divê em jin li her derê refleksek xurt nîşan bidin. Em jin dizanin ku pergala heyî wisa nikare bidome. Stargeh têr nakin. Jin li kolanan dimînin. Divê rêxistinên jinan jî tevli vê bê kirin û çareseriyek bê dîtin. Mijara jinê birînek mezin a civakê ye. Bi guherîna hinek tiştan em dikarin biguherînin. Divê em bi awayekî xurt bikin rojeva civakê. ”
 
‘Avakirina yekitiya Kurd girîng e’
 
Ayten Kaplan axaftina xwe wiha domand: “Li her çar parçeyê Kurdistanê avakirina yekitiya Kurd girîng e. Em di pêvajoyeke ku divê em di nasname û fikr de bên gel hev de ne. Divê  li her çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna jinê, ya siyasî û ya civakî tevli pêvajoyê bê kirin û têkoşîn bê meşandin. Divê em li dora serokatiyê bibin yek û destê wî xurt bikin. Divê em di mijara azadiya serokatiyê de xebatan bimeşînin. Em bi rastî xwe rêxistin bikin em ê gelek tiştî hîn zûtir bibînin. Bêguman îhtîmala ku em vê di sala 2026’an de bînin qoxaneke cuda heye. Di vî alî de divê em ji bo her tiştî amade bin. Di vî alî de em bifikirin ku em ê çawa bijîn û welatê xwe çawa bi rêxistin bikin û xebatên xwe di vî alî de bimeşînin.”