Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîş dewam dikin
- 09:39 29 Kanûn 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
RIHA - Rojnamevan Ceklîn Brîmo ragihand ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tevahî hatine dorpêçkirin, tevî agirbestê jî êrîş berdewam dikin û got, "Ji dema ku agirbest hatiye ragihandin ve gelek caran hatiye binpêkirin û êrîş hatine kirin. Leşkerên ku paşve gav neavêtine, di heman demê de hejmara xwe jî zêde kirine. Ambargo 7 roj in berdewam dike."
Di 22’yê Kanûnê de, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tank, mûşek û hawanan hedef girtin. Fedwa Mihemed El Kurdî (57) di êrîşan de hat kuştin û 19 sivîl ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn, birîndar bûn. Di 27’ê Kanûnê de, du xwendekarên zanîngehê li ser rêya El-Siryan li heman herêmê hatin revandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bersiv dan êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê . Dema ku êrîş berdewam dikir, xelkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn daketin kolanan û daxuyaniyên piştgiriyê ji bo her du taxan dan. Di encama van xwepêşandan û daxuyaniyên piştgiriyê de, agirbest hat ragihandin. Tevî agirbestê, êrîşan heft rojan berdewam kirin û tax hîn jî di bin dorpêçê de ne. Gelek sivîl ji malên xwe hatin derxistin û tax veguherîn qadên şer.
Rojnamevan Ceklîn Brîmo ku pêşketinên dawî yên li her du taxan dişopîne, ji JINNEWS re axivî.
‘Hêzên ewlehiyê hewl didin ku taxê biparêzin’
Ceklîn Brîmo diyar kir ku êrîş tevî agirbestê jî berdewam dikin û got, “Piştî êrîşên bi çekên giran, tank û topan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, 19 sivîl birîndar bûn û jineke 57 salî jî jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşan ku 5 saetan dom kirin, agirbest hate ragihandin. Piştre jî agirbest, gelek caran hate binpêkirin û êrîş berdewam dikin.”
‘Hêzên ewlehiyê hewl didin ku taxê biparêzin’
Ceklîn Brîmo diyar kir ku êrîş tevî agirbestê jî berdewam dikin û got, “Piştî êrîşa bi çekên giran, tank û topan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, 19 sivîl birîndar bûn û jineke 57 salî jî jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşên ku 5 saetan dom kirin, agirbest hate ragihandin lê agirbest hat binpêkirin. Agirbest heye, lê êrîş dem bi dem berdewam dikin. Di 25’ê mehê de, hêzên çekdar ên hikûmeta demkî careke din hêzên ewlehiyê yên li cihê kontrolê ya li vir hedef girtin. Hêzên ewlehiyê bersiv nedan. Hêzên ewlehiyê tenê hewl didin ku van her du taxan biparêzin. Ger em rewşa heyî binirxînin, her du tax di bin dorpêçek giran de ne.”
'Sivîl ji malên xwe hatin derxistin, mal veguherîn kemînan'
Ceklîn Brîmo parve kir ku tevî agirbestê jî tank û çekên giran li taxê hatine bicihkirin û got, "Piştî ku agirbest hate ragihandin, 7 rê ji bo her du taxan hatin vekirin. Lêbelê, bi êrîşa nû re, ev hemû rê dîsa hatin girtin. Niha, her du tax bi tevahî dorpêçkirî ne. Leşkeran ne tenê red kirine ku paşve vekişin, di heman demê de hejmara xwe zêde kirine. Wan çekên giran û tank li dora taxê bi cih kirine. Wekî din, ew nahêlin ku sivîl bigihîjin pêdiviyên bingehîn ên wekî tenduristî û perwerdehiyê. Li her du deveran, bi taybetî li kolanên Nedî El-Celeh û El-Siryan, sivîl ji malên xwe hatine derxistin. Ev hemû mal vegurîne kemînan. Ev rewş bi zelalî îhtîmala êrîşek din nîşan dide."
'Du xwendekarên zanîngehê hatin revandin'
Ceklîn Brîmo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi gelemperî, ev tax dorpêçkirî ne, û ji ber ku zivistan e, mirovên li vir zehmetiyan dikişînin. Pêdiviyên bingehîn nayên dabinkirin û heta derman ji bo nexweşan jî nayê dayîn. Di 27’ê Kanûnê de, du xwendekarên zanîngehê li ser rêya El-Siryan hatin revandin. Astengkirin heft roj in berdewam dike."







