Jinên şoreşger li gelek bajaran hatin bibîranîn

  • 17:12 9 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Li gelek bajaran ji bo jinên şoreşger ên li Parîs û Silopiyayê hatin kuştin merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di van bîranînan de soza berdewamiya têkoşînê hat dubarekirin.
 
Li gelek bajaran ji bo Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez li Parîsê û ji bo Seve Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar li Silopiyayê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
 
Îzmir
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li baregeha xwe ya parêzgeha Îzmîrê ji bo jinên li Parîs û Silopiyayê hatine kuştin merasîmek bîranînê li dar xist. Wêneyên jinên hatine kuştin ligel qurnefîl û mûman li holê hatin danîn. Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya "Şehîd namirin" hate berzkirin. 
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî vê yekê pêşandana slaytê hate lidarxistin.
 
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
 
Wan
 
Li Wanê, ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li ŞanoWanê ji bo jinên li Parîsê hatine kuştin bernameyek bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Xeta Sarayê di têkoşînê de israr e, di şer de serkeftin e" hate vekirin, nûnerên partîyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, parlamenterên DEM Partî ya Wanê û gelek welatî beşdar bûn.
 
Bername bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û pêşkêşkirina vîdyoyekê bi dawî bû.
 
 
Stenbol
 
Di bin pêşengiya TJA û DEM Partî de, li Rêxistina Navçeya Bagcilar a DEM Partî bernameyên bîranînê bi dirûşmeya "Werin em têkoşînê ji Sarayan heta Sêvê berfireh bikin, werin em civatek demokratîk ava bikin" hatin lidarxistin. Welatiyên ji her tebeqeyê, bi taybetî Dayikên Aştiyê, bi hejmareke mezin beşdar bûn.
 
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di vê demê de, girseyê pir caran dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" qîr kirin. Piştî vê yekê vîdyoyek li ser têkoşîna jiyanê ya heft jinên şoreşger hate nîşandan.
 
Bîranîn bi qîrîna dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
 
Mûş
 
Li Mûşê jî bi pêşengiya DEM Partiyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.