ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 10 Çile 2026
  • Rojev
 
*Jinan bal kişandin ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê mijara azadiya kesekî ye. Mifteya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Em dixwazin serokatiya me azad be û bi awayekî azad siyasetê bike. Em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan û azadiya fîzîkî pêk bê.” DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Berîvan Şamo da zanîn ku rejîma Îslamî ya Îranê ne tenê di alî aborî de di qadên ewlehî û edaleta civakî de jî hilweşînên mezin afirandiye û got guherîn ferz e. DÎMEN HEYE
 
*Ne tenê bi tanq û topan êrişê li Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê dikin, bi nûçeyan jî êriş dikin. Mesele ne tenê gotin e, mesele derketina rastiyê ye. Em dibêjin qetlîam ew dibêjin “Paqijî” MEDYA KRÎTÎK 
 
* Ji 6'ê Çile ve li Helebê di êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de sivîl tên kuştin. Jinên li Amed dijîn diyar kirin ku ev êriş li dijî îrade û jiyana hevbeş a gelan e û banga zêdekirina hevgirtinê bi Rojava re kirin. BI DÎMEN