Ji Meclisa Gel a Şêxmeqsud banga lezgîn

  • 17:29 10 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gel a Şêxmeqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.
 
Li hemberî metirsiya komkujiyê ya li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku ev 3 rojin komên çeteyan bi hemû cure çekên giran êriş dikin, Meclisa  Gel a Şêxmeqsud bang li gel kir.
 
Di banga  ku bi  awayekî  nivîskî  hate belavkirin de wiha hat gotin: “Em bang li tevahiya gelê xwe yê  Şêxmeqsud  dikin ku derkevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya  Xalid Fecir û  li derdora birîndarên xwe kom bibin.