Talîban rojnamevan Nazîra Reşîdî binçav kir
- 10:53 11 Çile 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê nûçegihana Radyoya Kundus û televizyona ‘Oranus’ Nazira Reşîdî, ji aliyê îstixbarata Talîbanê ve hate binçavkirin. Bi rojane ji rojnamevanê tu agahî nayê wergirtin.
Li gorî nûçeyên ji aliyê çavkaniyên xwecihî yên li Efganistanê hatin weşadin, nûçegihana Radyoya Kundus û televizyona ‘Oranus’ Nazira Reşîdî, li bajarê Kunduz ji aliyê îstixbarata Talîbanê ve hate binçavkirin. Têkildarî rewşa Nazira Reşîdî û li kuderê tê girtin hê ti agahî nayê wergirtin.
Malbata Nazira Reşîdî, ragihand ku tenê ji îstixbarata Talîban telefon girtine û di wê hevdîtinê de hatiye piştrastkirina ku Nazira hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, Nazira Reşîdî berê ji bo xebatên xwe bi sekinîne, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi caran gef lê hatibû xwarin. Lê belê tevî gef û qedexeya xebatên medyayê ji bo jinan li Kunduzê, li beramberî mûçeyek gelek kêm xebata xwe didoman. Malbata wê xwest ku Nazira Reşîdî bê berdan û banga destekê li rêxistinên mafan kir.
Rêxistina Desteka Medyayê ya Efganistanê daxuyaniyek weşand û xwest ewlehiya Nazira Reşîdî bê garantî kirin.







