Kongra Star: Li hember sûcên li Şêxmeqsud û Eşrefiyê bê deng nemînin

  • 12:33 12 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi daxuyaniyekê ev bang kir “Bangewaziya me ji bo hemû raya giştî ya navneteweyî û saziyên mafên mirovan û hemû rêxistinên jinan; li hember kiryarên ku li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên li ser jinan, zarokan, ciwanan û hemû pêkhateyan, bê deng nemînin.”
 
Kongra Star têkildarî sûc û kiryarên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên li hember jinan daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “di nava çend rojan de li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çeteyên xwînmêj û çeteyên dewleta Tirk li ber çavê cîhanê li dijî jin, zarok û mirovahiyê tawanên mezin dikin.”
 
Hate diyarkirin ku “ev çete hebûna gelan, weheviyê, bi hev re jiyanê, di nava aştiyê de damezirandina pergala azadiyê qebûl nakin” û hate gotin: “Jinên ku li Şêxmeqsud û Eşrefîyê berxwedanaa rûmetê dikin, îşkenceya ku li ser bedena wan tê kirin û teşhîrkirin, sûcê şer e.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Bangewaziya me ji bo hemû raya giştî ya navneteweyî û saziyên mafên mirovan û hemû rêxistinên jinan; li hember kiryarên ku li taxên Şêxmeqsud û Eşrefîyê li ser jinan, zarokan, ciwanan û hemû pêkhateyan, bê deng nemînin. Divê hemû civakên biwijdan bikevin nava liv û tevgerê. Ji hemû berpirsyarên van kiryaran hesap were xwestin û bi dadgehan de werin darizandin.”