Dayikên Aştiyê ji Enqerê bang kirin: Li Rojava komkujî heye

  • 11:13 13 Çile 2026
  • Rojane
ENQERE - Dayikên Aştiyê ku ji bo protestokirina êrîşên çeteyan ên li ser Helebê çûn Enqerê diyar kirin ku jin û zarok li Rojava tên kuştin û daxwaza rawestandina şer kirin.
 
Dayikên Aştiyê yên ji Kurdistan û Tirkiyeyê ku êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto dikin, duh ber bi Enqerê ve ketin rê. Dayikên Aştiyê yên ku serê sibê gihîştin Enqereyê, li ber Sayiştayê kom bûn. Gelek dayikên ku dixwestin biçin Wezareta Karên Derve ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.
 
Dayikên ku me mîkrofon dirêjî wan ki, bi dirûşman bertek nîşanî astengiya polîsan dayikan diyar kir ku çima ew kesên ku ji bo Filistînê rabûn ser piyan ji bo Rojava ranabin ser piyan. Dayikên ku gotin li Rojava sûc  tê kirin ev tişt gotin, "Jin û zarokan qetil dikin cenazeyên jinan ji avahiyan diavêjin. Em aştiyê dixwazin lê bi polîsan me asteng dikin. Em dixwazin bi wezîrê dadê û wezaretên din re hevdîtinê bikin. Bila êdî ev şer raweste."