Dêr Hafirê tê bombebarankirin
- 17:50 13 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku HTŞ, Dêr Hafirê bombebaran dike.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe diyar kir ku di van kêliyan de komên paramîlîter ên hikûmeta demkî bi çekên giran bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin, lê tu agahiyên der barê birîndariyan de hîna bi dest neketine.







