Li dijî êrîşan bertek: Êrîşa li dij Rojava li dij destkeftiyên jinan e

  • 09:02 14 Çile 2026
  • Rojane
Devrîm Findik
 
STENBOL - Jinan diyar kirin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û gotin êrîşên HTŞ’ê yên li dijî Helep û Rojava li hember destkeftiyên jinan e û divê demildest ev şer bidawî be.
 
Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê bi rojane didome. Qetilkirina jin zarok û sivîlan û piştgiriya Tirkiyeyê ya êrîşan rê li ber bertekên mezin vedike. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Arîfe Çinar, endama PM ya DEM Partiyê Gonca Yangoz û hevberdeka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Dîdem Yilmaz der barê mijarê de axivî.
 
‘Rojava xeta me ya sor e’
 
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar da zanîn ku êrîşên hatine kirin êrîşên çeteyan e û got: “Hem alî SMO hem jî di alî DAIŞ’ê de ev êrîşek çeteyan e. Hikûmeta demkî jî vê organîze dike û li ser van êrîşên dimeşîne xwe heyî dike. Lê ger ku Tirkiye jî ji HTŞ’ê re bêje hewce bike em ê piştgiriyê bidin, wê demê di vir de hevkarî heye û êrîş ji ber SMO girêdayê Tirkiyeyê pêk tên. Gelê wir gelê wir e. Pirsgirêka esas DAIŞ û SMO ye. Em vê êrîşê şermezar dikin. Rojava wijdanê mirovahiyê ava dike. Zemîna jiyaneke wekhev û azad li wir dike jiyanê. Ji ber vê Rojava xeta me ya Sor e. Li aliyekî behsa aştiyê tê kirin li aliyê din jî pêşî li pêvajoyê digirin. Ev rewşek dijmirovahî ye.”
 
‘Li dijî destkeftiyên jinan êrîş e’
 
Endama PM ya DEM Partiyê Gonca Yangoz jî wiha bi lêv kir: “Rojava şoreşeke jinê ye. Ev êrîş li dijî destkeftiyên jinan e. Li Rojava pergala hevserokatiyê, komunên jinan hene. Ji ber vê ev destkeftî di bin êrîşan de ne. Heman demê de ev êrîş li hember hemû gelê Kurd û destkeftiyên gelan e. Gel li dijî êrîşan li berxwe didin. Têkoşîna gelekî li wir heye. Em ligel Rojava ne. Em ê têkoşîna xwe her tim li her qadê bidomînin. Rewşa li wir raste rast bandorê li Tirkiyeyê dike. Desthilatdariya dixwaze destê xwe li vir xurt bike li Rojava jî dest ji qezencê bernade. Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Çeteyên HTŞ’ê êrîşê gel dikin’
 
Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Divê êrîşên li Heleb û Rojava rawestin. Ez êrîşên HTŞ’ê şermezar dikim. Ev pêvajoyê parçe dike. Dihat payîn ku HTŞ bi Rêveberiya Xweser a Rojava re lihev bike. Lê berovajî vê şer dan destpêkirin. Em bi fikar in. Divê ev şer raweste. Çapemeniya alîgir pesnê HTŞ’ê dide. Ji bo bandor li pêvajoya aştiyê bikin serî li manîpuleyek wisa didin. Dixwazin vê biafirînin ‘behsa pêvajoya aştiyê tê kirin lê li Sûriyeyê bi Kurdan re şer didome.’ Divê mirov ji çapemeniya alîgir xwe dûr bigirin û rastiyan bibînin.”
 
‘Bêbawerî zêde bû’
 
Dîdem Yilmaz balkişand ser girîngiya bertekên li dijî êrîşan û wiha bi lêv kir: “Em îro behsa gelê ku li gel me ye dikin. Malên wan li wir in lê axa wan li vî alî heye. Ji ber Tirkiye piştgiriyê dide êrîşan ev baweriya bi pêvajoya çareseriyê tune dike. Ji bo samimiyeta pêvajoyê divê Tirkiye piştgiriya xwe bide alî. Şer tiştekî nade qezenckirin û dibe sedema mirinên sivîl. Divê Tirkiye xwe ji êrîşan bide alî û li dijî şer bê deng nemîne.”