Kadriye Dogan: Mifteya aştiyê ya Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye
- 09:03 14 Çile 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
RIHA - Kadriye Dogan da zanîn ku êrîşên li Heleb û bajarên peravên Sûriyeyê ne tesadufin û got: “Mifteya aştiyê ya Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê çareserî pêk neyê ev tundî jî wê raneweste.”
Çeteyên HTŞ’ê li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd yên Helebê ji 6’ê Çile de ye li hember sivîlan êrîşan pêk tîne. Di êrîşên ku bi rojane didomin de bi dehan kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn û gelek sîvîl hatin revandin. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî daxuyand ku bi hevkariya hêzên navneteweyî li herêmê agirbest hatiye îlankirin. Lê tevî agirbestê çeteyên HTŞ’ê û û hêzên girêdayê hiKûmeta Şamê êrîşan didomînin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine HTŞ’ê sewqiyata leşkerî ya ji bo herêmê zêde kiriye.
‘Mifteya aştiyê li Tirkiyeyê ye’
Hevseroka Giştî ya berê ya Komeleya Elewiyên Demokratîk(DAD) û aktîvîsta Elewî Kadriye Dogan da zanîn ku êrîşên li hember Elewiyên li Sûriyeyê jî ji aliyê heman rêxistinan ve hatine kirin û wiha berdewam kir: “Sedema van êrîşan, helweta dewleta Tirk xitimandina pêvajoyê ye. Nêzîkatiyên ‘em alîkarî didin em dibin destek’ û taoqkirina pêvajoya aştiyê tê dîtin. Li Sûriyeyê aştiyek pêkan be mifteya vê jî Tirkiyeye. Di heman demê de li Tirkiyeyê aştiyek hebe mifteya vê jî Sûriyeye. Divê em bi vê rastiyê tevbigerin. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê temam bibe wê Sûriye jî demokratîk bibe û nisîbê xwe ji aştiyê bigire, bigihêje aramiyê.”
‘Pêvajoyek aştiyê ya divê em binirxînin heye’
Kadriye Dogan destnîşankir ku modernîteya kapîtalîst gelên Rojhilata Navîn binpê dike û li hev dike dijmin. Divê destur ji bo vê rêbaza şerê taybet neyê dayîn. Ji bo pêkhatina jiyaneke aştiyane divê em xwe rêxistin bikin û daxwaz bikin. Wekê din rê tuneye. Divê em hêzê bidin vê pêvajoyê. Berovajî vê wê zîhniyet aku civakê tune dike mezin bibe. Pêvajoyeke aştiyê ya em binirxînin heye. Em neçarin jiyaneke hevpar, demokrasî û wekheviyê ava bikin.Ez hemû aliyan vexwendiyê avakirina aştiyê dikim. Divê her kes tevli têkoşîna hevpar a pêşî li komkujiyan digire be.”







