Ji ber êrişan bi gelek kes ji cih û warê xwe bûn

  • 13:18 14 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên çeteyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd herî kêm 120 hezar kes ji cih û warê xwe bûn, zêdeyî 500 kes winda ne.
 
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, di encama êrişên çeteyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê de ku di 6`ê Çileyê de dest pê kir, bi sed hezaran kes koçber û winda bûne.
 
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kar û Barên Mirovî (OCHA) ragihand ku nêzîkî 120 hezar kes hîn jî koçber in.
 
Ofîsê diyar kir ku piraniya koçberan li deverên cîran ên ku êşa kêmbûna xizmetên bingehîn dikişînin, bi cih bûne û pêdiviyên mirovî, bi taybet di warên stargeh, xwarin û tenduristiyê de, girantir bûye.
 
OCHA’yê destnîşan kir ku êrişan zirareke mezin gihandiye binesaziyê, xanîyên şêniyan û dezgehên xizmetguzariyê, ev yek hewldanên bersiva mirovî asteng dike.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku li gorî tîmên wê yên meydanî û agahiyên malbatên qurbaniyan, hejmara kesên winda di encama êrişan de heta niha ji 500’î derbas bûye.
 
Rêxistinên mirovî hişyariyê didin ku krîza mirovî li Helebê girantir bibe, ji ber dewama bûyerên leşkerî û êrişên li ser Dêr Hafir û Maskanayê û nebûna tu garantiyên rastîn ji bo parastina sivîlan an vegera ewle ya koçberan.