Li Enqerê ciwanan got: Em ê rê nedin çeteyan
- 21:39 22 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Ciwanên ku êrişên li ser Rojavayê yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, protesto kirin, di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û gotin: "Em ê rê nedin çeteyên cîhadîst."
Meşa ciwanan a ku dixwest êrişên li ser Rojavayê yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, protesto bike, ji aliyê polîsan ve bi barîkatan hat astengkirin. Ciwanên ku li Kolana Konur kom bûn, xwestin ber bi Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê ve bimeşin. Polîsan ew dorpêç kirin û nehiştin ku bimeşin. Di vê navberê de, Hasan Arguvan ku dixwest beşdarî çalakiyê bibe, hat binçavkirin.
Ciwanên ku di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan, gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana ciwanan", "Kurdistan goristana faşîstan e" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Mert Ahmet Aldemir, li ser navê rêxistinên ciwanan axivî û diyar kir ku êrişên li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku Kurd bi piranî Kurd lê dijîn, li Rojavayê veguheriye komkujiyekê. Aldemir diyar kir ku HTŞ mîratgirê DAIŞ'ê ye û li gorî talîmatên hêzên emperyalîst û Tirkiyeyê tevdigere û got: "Ev êriş, êrişeke eşkere li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wan e. Ew kesên ku duh bi piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê xeyal dikirin ku Kobanê bi dest bixin, îro bi rêya çeteyên HTŞ'ê yên cîhadîst heman planê dikin. Xewnên kesên ku digotin 'Kobanê ha ket, hat dikeve' bi berxwedana mezin a li Kobanê re têk çûn. Îro, em ê bi heman biryardariyê destkeftiyên gelê Kurd li dijî van êrişên ku armanc dikin ku gelê Kurd, bi taybetî li Rojavayê, qir bikin û destkeftiyên wan bi tevahî ji holê rakin biparêzin; em ê li tu derê rê nedin emperyalîstan, kolonyalîstan û çeteyên cîhadîst."
Daxuyanî bi dirûşmeyan û tilîliyan bi dawî bû.







