Rêxistinên mafên mirovan bang li Neteweyên Yekbûyî kir

  • 12:57 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê bangeke lezgîn li Neteweyên Yekbûyî kir ku dorpêça li ser Kobaniyê were rakirin û bi awayekî lezgîn alîkariyên mirovî bigihînin sivîlan.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê der barê rewşa Kobaniyê de bi daxuyaniyekê bangeke lezgîn li Neteweyên Yekbûyî kir.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Qutbûna av, elektrîk û sotemeniyê, li gel nebûna alîkariyên mirovî yên bingehîn ên wekî xwarin, derman, şîrê zarokan û pêdiviyên germkirinê, bûye sedema xirabûna rewşa mirovî. Her wiha Heyva Sor a Kurd ragihand ku 4 zarokan ji ber sermayê û nebûna lênêrîna bijîşkî wefat kiriye. Ev yek nîşan dide ku eger mudaxeleya lezgîn neyê kirin, karesateke mirovî ya berfireh dê çêbe. "
 
Her du rêxistinan destnîşan kir ku dorpêçkirina berdewam binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî ye.
 
Rêxistinan bang li Neteweyên Yekbûyî, Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA), Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û saziyên navneteweyî yên têkildar kir ku tavilê tedbîrên pêwîst bigirin da ku dorpêça li ser bajarê Kobanî û gundewarên derdora wê were rakirin û ji bo parastina sivîlan korîdorên mirovî yên ewle vekin.
 
Her wiha rêxistinan daxwaza peydkirin û derbaskirin alîkariyên mirovî yên lezgîn kir. Rêxistinên mafên mirovan banga tedbîrên lezgîn kir, berî ku krîz bibe karesateke mirovî.