Ji Rêveberiya Xweser ji bo Kobanê banga lezgîn

  • 19:34 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser, der barê dorpêça li ser bajarê Kobanê de bangek lezgîn kir û diyar kir ku pêwîstî bi çareseriyeke demildest, vekirina korîdorên ewlehiyê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û tibî, bêyî qeyd û şertan, heye.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî dorpêça giran li ser bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bangeke lezgîn li gel, raya giştî ya xwecihî û navneteweyî kir ku digel dorpêçê bajarê Kobanê rûbirûyî karesateke mirovî ya rasteqîn e ku ev gefê li jiyana bi sed hezaran welatiyan dixwe.
 
Rêveberiya Xweser diyar kir ku Kobanê ne tenê wekî bajarekî ye, ew sembola berxwedanê ye, navê wê di bîra Sûriyeyiyan û tevahî cîhanê de neqişandiye, ji bo mirovahiyê fedakariyên mezin li dijî terorê daye û got ku ji lew re dorpêçkirin û hedefgirtina wê hedefgirtina rasterast a vîna gelên azad û ezmûna demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li beramber vê rewşa karesatê, divê çareseriyeke lezgîn werin dîtin, korîdorên ewle ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û tibî werin vekirin, dermankirina birîndaran were dabînkirin, pêdiviyên bingehîn ji bo şêniyên dorpêçkirî re bên peydakirin. Rêveberiya Xweser berxwedana gelê Hesekê û tevahî bajarên Kantona Cizîrê û yekgirtina wan li dijî êriş û gefan silav kir û da zanîn ku ev berxwedana nîşaneya hişmendiya gel û biryardariya wê ya parastina xakê, rûmet û projeya demokratîk e.
 
Di dawiyê de Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku bêdengiya li hember êriş û gefên heyî hevkarî ye û destwerdana lezgîn jî berpirsiyariyeke mirovî ye divê neyê paşxistin.