QSD: Kesê wekî sivîl hat destnîşankirin çeteyê DAIŞ’ê ye

  • 19:02 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê ragihand ku hin kesê ku dezgehên medyayê de wekî sivîl û bijîşk pêşkêşkirine ku li kampa Holê girtî bû çeteyekî DAIŞ’ê ye.
 
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî kesê wekî bijîşkekî girtî di kampa Holê de hate nîşandan de daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew kes çeteyekî DAIŞ’ê ye. QSD’ê diyar kir ku Tora El Furatê dîmenê wî weşand, di dîmen de bi cilê leşkerî di nava çeteyên DAIŞ’ê de ye û DAIŞ’ê.  
 
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê destnîşan kir ku kesê di her du dîmenan de derketiye heman in, lê çîrok cuda ne. Her wiha da zanîn ku ev nakokî hewldanên hin aliyan ji bo xweşikirina wêneya çeteyên DAIŞ’ê, şaşkirina raya giştî û veşartina sûcê serbestberdana wan ji aliyê hikûmeta Şamê ew cih kontrol kir, eşkere dike.