Serdana gundên kesên ku xizmên wan li Kobanê ne hat kirin
- 19:06 25 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê serdana gundên li sînorê Kobanê kir ku di bin êrîşê de ye û xizmên wan li wir hene.
Êrişên HTŞ-DAIŞ û komên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin li ser Rojavayê berdewam dikin. Rêxistina navçeya Pirsûsê a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana gundên li sînorê Kobanê kir ku di bin dorpêçê de ye û xizmên wan li wir hene.
Di serdanên gundan de, welatiyan diyar kirin ku xizmên wan li Kobanê ne û ew bi fikar êrişan dişopînin. Welatiyan bal kişandin ser dorpêça li Kobanê û xwestin ku demildest korîdorek mirovî were vekirin.







