Kovara Time: Li Îranê di 2 rojan de 30 hezar mirov hatine kuştin
- 19:07 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya kovara Time ya DYA'yê ku xwe spartiye rayedarên tenduristiyê yên Îranê, di xwepêşandanên 8-9'ê Çileyê yên li Îranê de nêzîkî 30 hezar kes hatine kuştin.
Li nûçeya kovara Time ku xwe spartiye du berpirsên tenduristiyê yên payebilind ên Îranê, di 8 û 9'ê Çileyê de nêzîkî 30 hezar kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin. Di van her du rojan de mezintirîn xwepêşandan pêk hatine. Karbidestan ragihandin ku hejmara cenazeyan di wan rojan de ji kapasîteya tehliyekirina dewletê derbas bûye ku ev yek bûye sedema kêmasiyên cidî di morg û navendên tenduristiyê de.







