Rejîma Îranê xwendekaran bi wêneyên qirkirinê tehdît dike
- 12:00 15 Sibat 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Besîc yên bi ser rejîma Îranê li dibistanek jinan wêne û dîmenên xwepêşanderên hatine kuştin qetilkirin, nîşanî xwendevanan dan. Van kiryaran ji bo tirsandina xwendevanan bi kar tînin.
Zext û êrişên rejîma Îranê yên li ser gelên Îranê dewam dikin. Divê çarçoveyê de li gorî malperek Îranî, endamên Besîc yên ser bi rejîma Îranê, ji bo tirsandina xwendevanan, serî li rê û rêbazên nû didin.
Tê gotin endamên Besîc yên bi ser rejîmê çûne dibistanek jinan ya li bajarokê Endîşe ya bi ser parêzgeha Tahranê. Li gorî çavkaniyê endaman ji bo ku xwendevanan bitirsînin û tevlî xwepêşandanan nebin, wêne û dîmenên xwepêşanderên hatine qetilkirin, nîşanî xwendevanên jin dane.
Çavkaniyê ragihand ku di dema nîşandana dîmenan de, gelek xwendevan giriyane û rewşa wan ya derûnî xirab bûye. Tê gotin rayedarên dibistanê û endamên Besîc ji xwendenvanan re gotine; “Encama guhdayîna terorîstan eve.”
Rejîma Îranê bivan gef û êrişên xwe, dixwazin rê li xwepêşandanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bigire. Bi taybet ku xwendevanên jin pêşengtiyê dikin, dixwazin bitirsînin û dawî li xwepêşandanan bînin.







