Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da
- 18:56 16 Sibat 2026
- Rojane
SÊRT – Dayika Aştiyê Berfîn Saîn ku du meh bû ji ber pençeşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Dayika aştiyê Berfîn SAîn (70) ku du meh bû li Nexweşaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Berfîn Saîn ji aliyê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkairya Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hat girtin.
Cenaze li goristana Zeviyê ya taxa Çal a Sêrtê hat definkirin. Şîn li Mala Şînê ya Halîn Bîn Welîd a taxa Koperatîfê hat danîn û wê sê rojan bidome.







