Kokên qutbûna mezin û paradîgmaya nû (2)

  • 09:05 13 Adar 2026
  • Jineolojî
"Abdullah Ocalan  datîne holê ku aloziya di civakê de çawa dikare erênî be.Di vê esasê de  sekna derketina dij-kolonyal a 1970’ê  bezand û wateyên nû, pratîk û pêşniyarên nû kir. Sosyalîzma demokrtîk, enternasyonalîzma komunalîst a nû, netewa demokratîk hinek ji van e.  Ev nayê wateya ku teza mêtingeriy^e ji holê rabûye, berovajî vê mêtîngeriyê ev hat koletiya jinê. Ya guheriye; nêzîkatiya diyalektîk e."
 
Havîn Guneşer
 
Abdullah Ocalan di havîna 1998’an de hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kûr kir. Agirbesta yek alî îlankir û got ew ji bo çareseriyê amade ne. Dewletê li dijî vê şer dijwar kir. Bi piştgiriya DYA’yê tehdîda dagirkirina Sûriyeyê kir.Abdullah Ocalan ji bo çaresreiyê bi armanca pişgiriya navneteweyî biryar da biçe Ewropayê. Lê tu dewletek Ewropayê xwe neda ber vê û daxwaza starbûna siyasî ya Abdullah Ocalan qebûl nekir.
Welatên NATO û Yeltiya Borîs a Rûsyayê bûn yek û li dijî çareseriyê bûn.  Abdullah Ocalan bi dijqanûnî ji Kenyayê teslîmê Tirkiyeyê kirin. Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd diyar kir ku ev revandin parçeyek komploya navneteweyî ye û armanc jî ev bû ku astengiya li pêş DYA û mutefîkên wê ya ji bo mudaxaleya leşkerî ya Rojhilata Navîn rabikin. Piştî 26 sal şûnde geşedanên îroyîn jî nîşan dide ku komplo çima pêk hatiye.
 
Piştî revandinê tiştên hatin jiyîn
 
Revandina Abdullah Ocalan hem di alî Tirkiyeyê hem di alî Rojhilata Navîn de ne başiyek bû, destpêka mudaxaleyek nû bû. Dewleta Tirk tevî ku tu pirsgirêk çaresre nekin, ji hundir û derve ve veguherî dîktatoriyek faşîst. Piştî revandina Abdullah Ocalan qaşo cîhan bi ‘şerê dijberê terorê’ re hat rû hev. Vî şerî ku civak hîn bêtir ji hev kirin, bêguman navenda wê Rojhilata Navîn bû. Di hedefa wê de jî Kurdistan hebû. Şer li Rojhilata navîn giran bû. Jin, gel, baewrî û aliyên cuda yên civakê bûn qurbana terora dewlet, netewperestî û olperestiyê. Ev rewş bi êrîşên qirkirinê yên Dewletên Îslamî gihişt lutkeyan. DAIŞ berhema vê polîtîkayê bû. Ji ber vê komplo ne tenê li hember Abdullah Ocalan û Kurdan, li dijî hemû gelên herêmê bû.
 
Abdullah Ocalan li dijî vê xetereyê bi dehan carî hişyarî kir. Pêşniyar û projeyên xwedispêre demokrasiyê pêşkêş kir. Abdullah Ocalan beriya komployê jî ev tişt dîtin û xwest pêşî lê bigire. Piştî komployê ji bo komployê vala derxîne xebatên xwe kûr kirin. Qada xebata ku li Londonê ji Marx re, li Swîsreyê ji Lenîn re, li Parîsê ji Humeynî re hat veqetandi çima ji wîre nehat pêşkêşkirin? Çima nexwestin şerê li dijî Kurdan biqedînin?
Komploya navneteweyî û hemû geşedanên din yên hatin jiyîn Abdullah Ocalan ber bi lêpirsîneke radîkal  kir. Rewşa gelê Kurd ji hîma wê bigire heta serdestiyê û gelek aliyên din, krîza şaristaniyan serdestiya mêr analîz kir, nirxand û çareserî pêşniyar kir.
 
Di sedsala 21’ê de tenê bi qûtbûn û redê sînor name; di heman demê de çarçoveyek zanista civakî ya nû formule kir. Bi vê formulasyonê jî sînor nema, bi civaka teorî-îdeolojîk a nû a derxist holê, yanî bi sosylolojiya nû re têkiliyên xurt anî gel hev û wek sosyalîzma demokratîk hat binavkirin.
 
Ji nû ve fikrên diyalektîk
 
Van hemûyan Abdullah Ocalan ji nûve ber bi şîrovekirina diyalektîk û têkiliya gerdunî-yekbûnê ve bir. Vê jî riya Kurdbûna azad vekir. Heqîqet têgîna civakî û mirov.  Destnîşan dike ku di tunebûna civakê de kes jî tune ye û ancax kes bi civakê watedar dibe. Vê bi aliyên dîrokî û rojane dinirxîne. Çarseriyê jî di asta gerdunî a civak û kes de tîne gel hev.  Bi vî awayî ne lêgerîna yekparêz ya navendî-Ewropayê ne jî sosyalîzma reel digire çarçoveya xwe. Vê wek komunalîteya demokratîk digire dest.
 
Ji hîmê wê de diyalektîk ji nû ve şîrove kir, bi şîrovekirinê sînor nema, ev pirsgirêk bi kurahî girt dest, teorî pêş xist û pêşiya afirandina polîtîka pratîk vekir.Bêguman yên dijberî wî ev her tim wek dijmin dîtin û destur nedan geşedanên cuda. Ya din jî her tim bi mudaxaleyan li ser çaresreiya pirsgirêkan sekinin. Abdullah Ocalan derxist holê ku modernîteya kapîtalîst encam girtiye û hebûna demokratîk an jî ahlaqî û ppolîtîk ji holê hatiye rakirin. Riya çaresreiya vê jî tevgera hêza entelektuel a civakî û rola wê derxistiye pêş.
 
Di pêşektina PKK’ê de jî ev peşketin her tim asta herî girîng bû. Bêyî ku tu aliyê civakê cuda bibîne û bavêje plana dawî,aliyên heqîqetê pêşkêş kir, rol da, tevli kirin û bi hev re pêşketin. Pêşketina PKK’ê ne tenê di alî leşkerî de hîmê pêşketina afrîneriyê jî ava kir.Ev rêwitiya ku hemû astên biyolojîk jî dihewîne tevahiya vê pêşveçûyînê temsîl dikir.
 
Ji ser fêmkirina rast û kifşkirina potansiyela ku diyalektîk pêşkêş dike, Abdullah Ocalan  datîne holê ku aloziya di civakê de çawa dikare erênî be.Di vê esasê de  sekna derketina dij-kolonyal a 1970’ê  bezand û wateyên nû, pratîk û pêşniyarên nû kir. Sosyalîzma demokrtîk, enternasyonalîzma komunalîst a nû, netewa demokratîk hinek ji van e.  Ev nayê wateya ku teza mêtingeriy^e ji holê rabûye, berovajî vê mêtîngeriyê ev hat koletiya jinê. Ya guheriye; nêzîkatiya diyalektîk e.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘qûtbûn’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘sosyalîmza civaka demokratîk’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.