Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye
- 16:10 4 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - Malbata girtiya siyasî Seda Baykan li avahiya Şaxa ÎHD'a Amedê daxuyanî da. Dayîka Seda Baykan anî ziman ku keça wê ji ber binpêkirinên mafan û gefên lê tên xwarin 4 roj in dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.
Girtiya siyasi Seda Baykan ku 4 sal in li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji 1'ê Nîsanê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Malbata Seda Baykan jî têkildarî binpêkirinên mafan ên keça wan pê re rû bi rû dimîne li avahiya Şaxa ÎHDa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de dayîka Seda Baykan, Dîlek Baykan, endamê Însiyatîfa Dêngê Girtiyan Huseyîn Îldan, endamên TUAY-DER'a Amedê Ahmet Aslan û Emîne Al jî tev li daxuyaniyê bûn.
Huseyîn Îldan ê ewilî axivî, anî ziman ku desthilata siyasî, êrîşên xwe yên li ser girtiyên siyasî didomîne û bingeha polîtîkayên tecrîdkirinê tên avakirin. Huseyîn Îldan dest nîşan kir ku yek ji mînakên dawî yên van polîtîkayên zextê jî tiştên ku girtiya sosyalîst Seda Baykan pê re rû bi rû dimîne ye û got: “Ji ber ku Seda Baykan nêzî 4 sal in bi awayekî sîstematîk rastî zext û polîtîkayên tecrîdê tê, ji 1ê Nîsanê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Tecrîda giran a li ser Seda Baykanê ne bes e, girtiyên edlî yên di heman korîdorê de ne wê tacîz dikin û gefa kuştinê lê dixwin. Seda Baykan a ku bi hemû hewldanên xwe tu encam bi dest nexistiye, weke çare bi daxwaza sewqkirin an jî guhertina cihê xwe, ketiye greva birçîbûnê ya bêdem. Ev qêrîna girtiyeke şoreşger e. Ev qêrîn ji bo me hemûyan e.”
Huseyîn Îldan di dawiya axaftina xwe de banga lezgîn li berpirsiyaran kir û wiha axivî: “Em bang li hemû raya giştî ya hestiyar dikin ku di şexsê Seda Baykan de bibin dengê vê qêrîna ku girtiyên siyasî yên şoreşger li dijî polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê bilind kirine û xwedî li van daxwazên herî mirovî derkevin. Seda Baykan ne bi tenê ye.”
Dayîka Seda Baykanê Dîlek Baykanê jî di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya miduriyeta girtîgehê û wiha axivî: Dixwazin di girtîgehê de keça min bikujin. Di nav kesên edlî de tê ragirtin û ew kes jî her tîm gefan li keça min dixwin. Dema derdikevin hewşa qawişa xwe ew kes tên dibêjin keça min ‘Em ê te bi ava kelandî bişewitînin.’ Agahiya miduriyeta girtîgehê jî ji van bûyeran heye lê mixabin bêdeng dimîne. Ji ber van binpêkirinên mafan û gefên tên xwarin keça min 4 roj in dest bi çalakiya greva birçûbûnê kiriye.”







