ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2026'AN
- 09:00 6 Nîsan 2026
- Rojev
*Sekreterya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn da zanîn ku ji bo avakirina civaka demokratîk yekitiya neteweyî girîng e û got: “Divê gelê Kurd yên li çar welatan hatiye parvekirin bibin yek. Rakirina sînorên dewletan zehmet bin jî, divê sînorên di dil û zîhnan de bên rakirin. Wê demê wê pêvajoya yekitiya kurdan pêş bikeve û bigihêje armanca xwe.” DÎMEN HEYE
*Jinên destvala ji bazarê vedigerin diyar dikin ku krîza aborî tundiya di nava malê de zêde dike û gotin ji ber pirsgirêka debarê nizanin ku çi xwarinê çêbikin. Jinan gotin çavkaniya pirsgirêkan krîza aborî ye. DÎMEN HEYE







