Pirsgirêka debarê tûndiya nava malê zêde dike !
- 09:03 6 Nîsan 2026
- Ked/Aborî
ENQERE - Jinên destvala ji bazarê vedigerin diyar dikin ku krîza aborî tundiya di nava malê de zêde dike û gotin ji ber pirsgirêka debarê nizanin ku çi xwarinê çêbikin. Jinan gotin çavkaniya pirsgirêkan krîza aborî ye.
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî standarda jiyana mirovan her diçe xera dibe. Sedema tundiya ku her diçe zêde dibe krîza aborî tê dîtin. Krîza aborî, dibe sedema betalî, xizanî û tûndiyê. Jinên li navçeya Tuzluçayîr a Enqereyê çûn bazarê diyar kirin ku ji ber krîza aborî di hundirê malê di alî psîkolojîk de bi bandor dibe.
‘Yên hewcedarê nan hene’
Nerîman Uygar da zanîn ku ji ber zêdebûna bihayan tenê li bazarê digerin û hîna tiştek negirtine û ew destvala vedigerin. Nerîman Uygar wiha anî ziman: “Sebzeyê herî erzan 25 lîra ye. Ji ber em nikarin tiştekî bigirim em nizanin çi çêbikin. Em teqawît in, têr nake. Wê têrî kê bike ? Her tişt biha bûye. Hêza girtinê nemaye. Heta ev kesê serê me neçe wê tiştek rast nebe. Kî dibe bila bibe bila yekî baş bê. Kesên hewcedariya wan bi nan heye hene.”
Krîza aborî wek tundî vedigere
Jina ku nexwest navê xwe bide wiha anî ziman: “Em hatin digerin, em ê çi bigirin? Em destvala vedigerin malê. Wê zarok çi bixwin? Yên bifkirin tune ne. Encax kîloyek tiştek tê girtin. Vê krîzê bandor li her kesî kiriye. Em dîsa baş in ên aboriya wan xerab çi dikin. Çawa dijîn. Rewş pir zehmet e. Di malê de pevçûn çêdibin. Rewşa jinan hîn girantir e. Bendewariya mêr zêde ye. Ji ber krîzê pevçûn derdikevin. Mirov tên bazaran tiştekî nikarin bigirin. Li malê dikevin stresê. Divê gel tercîha xwe baş bike. Rewş her diçe xera dibe. Şer derdikeve. Gel divê bibe yek û çareseriya xwe bixwe biafirîne.”
‘Wisa biçe wê mirov ji birçîna bimirin’
Gulseren Demîrcan jî destnîşan kir ku her tişt biha ye û wiha domand: “Ez ji xwe re digerim. Em nikarin tiştekî bigirin. Ev gel wê ji birçîna bimre. Bila her kes bibe yek. Heta êvarê difikirim ku çi xwarinê çêbikim. Ger em tiştekî negirin em ê çawa xwarinê çêbikin. Her tişt biha ye. Ev bêwijdanî ye. Di bin 100 TL’yî de tiştek tuneye. Em nizanin li mala xwe çi xwarinê çêbikin. Yên herî hêsan meqarne ye. Wekî din tiştek nayê girtin.”
‘Mûçeyê asgarî têrî kirê nake’
Zohre Kir jî bi lêv kir ku biha du qat bûne û wiha domand: “Em ji ber aboriyê pirsgirêkan dijîn. Em dikevin stresê ku êvarê çi xwarinê çêbikin. Piraniya pevçûnên li malê ji ber tunebûnê ye. Kirê biha ne. Mûçe kêm in. Mûçeyê asgarî têrî kirê nake.”
‘Em di rewşa zehmet de ne’
Jina ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku ew teqawît e û her tişt biha ye û wiha dirêjî dayê: “Marulek 80 lîra ye. Em nizanin çi xwarinê çêbikin. Yên zarokên wan hene xwedê alîkar be. Sedema krîzê yên serê vê dewletê ne. Ew rehet in lê em di rewşeke zehmet de ne.”
‘Em perîşan in’
Çîçek Kocaoglu jî bi lêv kir ku destvala vegeriyaye û ji ber vê jî li malê aramî nemaye û wiha bidawî kir: “Em tên bazarê nikarin tiştekî bigirin. Zem nedan teqawîtan. Em perîşan bûne. Hikûmet baş bi rêve nabe. Bifikirin kesekî wisa li ser me ye, her tiştî dixwe, vedixwe li xwe dike. Lê gel ji birçîna dimire. Divê ev hikûmet biguhere, biguhere belkî her tişt sererast bibe.”







