'Divê kurdî wek zimanê fermî bê nasîn'

  • 09:03 14 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka ANKA-DER’ê Ferîde Akturan diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê bi tena serê xwe têr nake û got: “Divê ziman wek fermî bê nasîn, statu bê dayîn û li her qadê bê axaftin. Divê di xizmetên perwerdehî, tenduristî û cemawerî de bi awayekî aktîf bê bikaranîn.”
 
Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) ya di 2026’an de li bajarê Kurdistanê kir de derket holê ku daxwaza xizmeta bi zimanê dayikê ya di qada perwerdehî û cemawerî de ji ser ji sedî 90’î ye.  Lê  tevî ku bi salane ev daxwaz tê ziman, sansur, zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî iddomin. 
Hevseroka Komeleya çanda Ziman a Anka (ANKA-DER) Ferîde Akturan bang kir ku divê astengiyên li pêş zimanê Kurdî bên rakirin û zimanê Kurdî wek fermî bê nasîn.
 
‘Bi zimanê dayikê perwerdehî pêwistiyeke mezin e’
 
Ferîde Akturan daxuyakirin ku di alî hebûna mirovan de zimanê dayikê gelek girîng e û wiha pê de çû: “Di alî hebûna mirov de zimanê dayikê pir girîng e. Bi taybet ji bo perwerdehiya zarokan zimanê dayikê rolek girîng dilîze. Bi zarokê bi zimanê xwe dest bi perwerdehiyê nakin pirsgirêkên psîkolojîk dikarin derkevin holê. Ev pêşketina zarokan qels dike, bixwebaweriya wan dikşîne û bandorek neyînî li ser serkeftina wan dike. Dereng xwendin û nîvîsandina wan jî encama vê de dertê holê. Min bi salan mamostetî kir û min zarokên ku qet Tirkî nizanibûn nas kir. Ev zarok di alî teknîkî de xwendin û nivîsandinê bi lez fêr bibin jî di alî fikr û hest û pêşketina wan de zehmetiyên cidî tên jiyîn. Di alî fêrkirina mijarê de bixwebaweriya wan zirarê dibîne. Ji ber vê zimanê dayikê pêwistiyek mezin e.”
 
Ji perwerdehiyê heta tenduristiyê zimanê dayikê 
 
Ferîde Akturan wiha got: “Ji ber qedexeya li ser Kurdî, jin li malê  Kurdî diaxivin lê li derve neçar dimînin Tirkî biaxivin. Ev jî rê li ber pirsgirêkên psîkolojîk û travmatîk vedike. Dema me de hema hema kesên Tirkî biaxiviyan tunebûn û dema me dest bi dibistanê dikir zehmetî dihatin kişandin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo zarokan pêwiste. Zimanê dayikê maf e û her kes divê ji vî mafî fêdeyê bigire. Qedexeyên dewletê yên di mijara ziman de rê li ber pirsgirêkên cidî vekir. Kesên diçûn nexweşxaneyên nikarin xwe îfade bikin ji ber vê dermankirina wan jî rastî astengiyan tên. Heman demê de li dadgehan mirovan nikarin xwe îfade bikin. Ev pirsgirêk bi bikaranîna zimanê dayikê dikarin bên çareserkirin. Divê ji perwerdehiyê  heta tenduristiyê zimanê dayikê li her qadê bê axaftin.”
 
‘Divê ziman bibe xwedî statu’
 
Ferîde Akturan daxuyakirin ku çand û ziman hîmê civakê ye û bêyî ziman ne pêkane mirov behsa hebûna netewekê bikin û got: “Ji bo pêşketina ziman divê ziman xwedî statu be. Berovajî vê ziman bi xetereya tunebûnê re tê rû hev. Saziyên li ser Kurdî hatine avakirin û projeyên tênkirin ji bo pêşxistina ziman hewl didin. Em bi şev û roj ji bo pêşketina ziman hewl didin. Çi ji destê me tê em dikin. Em materyalên perwerdê amade dikin, ji bo perwerdehiya ziman çavkaniyên nû hildiberînin.”