Danişîna doza rojnamegeran hat dîtin

  • 11:56 9 Nîsan 2026
  • Hiqûq
AMED - Li Amedê di doza 19 rojnamevanan de, biryara domandina qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn. 
 
Danişîna 10'an a doza 19 rojnamevanan ku di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amed de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû destpêkirin û doz hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê hat lidarxistin. Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş, Omer Çelîk, Abdûrrahman Oncu, Serdar Altan, Berîvan Karatorak û Esmer Tûnç û parêzerên dozê Rûşen Seydaoglû, Resûl Tamûr û Gozde Engîn beşdasrî danişînê bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û MLSA'yê û rojnamevan jî tevlî danişînê bûn. 
 
Piştî parastina rojnamevanan parêzer Resûl Tamûr got: "Xebatên pîşeyî yên rojnamevanan tê astengkirin û hevdîtina wan a bi malbatên wan re tê astengkirin. Tu hewldaneke ku qedexeya derketina derve binpê bike çênebûye. Divê demildest ev qedexe bê rakirin." 
 
Dadgehê ku biryara xwe eşkere kir, biryara qedexeya derketina derveyî welêt da û danişînê taloqî 9'ê Tîrmehê kir.