Sîda Yildiz: Divê statuya siyasî ya Abdullah Ocalan zelal bibe
- 09:03 15 Nîsan 2026
- Hiqûq
STENBOL - Parêzera OHD’yî Sîda Yildiz rewşa heyî ya pêvajoya der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û sererastkirinên qanûnî yên divê bên kirin nirxandin kir û da zanîn ku gavên ji bo aştiyê tên avêtin, ji ber di alî hiqûqî de bersiva xwe nabîne, di civakê de dibe sedema fikaran.
Di ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de salek derbas bû û tevî vê dewletê hîna jî gavên şênber navêtine û ev jî di alî gelê Kurd de wek mijareke girîng a tê rexnekirinê ye. Hêviya der barê ku aştî bigihêje ewlehiya hiqûqî didome.
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Sîda Yildiz rewşa heyî ya pêvajoyê û sererastkirinên qanûnî yên divê bên kirin nirxand û got: “Ji ber gavên şênber nayên avêtin rawestandineke cidî diafire.”
‘Atmosfereke nezelal diafirîne’
Sîda Yildiz destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoyê heta niha ji aliyê gelê Kurd ve gav hatine avêtin lê ji aliyê desthilatdariyê ve pêvajo tê dirêjkirin. Sîda Yildiz wiha anî ziman: “Ji destpêka pêvajoyê de ji aliyê gelê Kurd ve gavên şênber û cidî hatin avêtin. Lê ji ber di alî hiqûqî de û statuya civakê de gavek şênber nayê avêtin, di civakê de atmosfereke nezelaliyê tê afirandin.”
‘Dewlet hewl dide demê qezenc bike’
Sîda Yildiz daxuyakirin ku bendewariya gelê Kurd ji ya desthilatdariyê zelal û aşkera ye û wiha bi lêv kir: “Gel ji dewletê di mijara aştiyê de sererastkirinên hiqûqê dipê. Di alî hiqûqî de ewlehiyê dipê, gavên şênber dipê. Lê aliyê dewletê ji aloziya li Rojhilata Navîn fêdeyê digire û hewl dide demê qezenc bike.”
‘Dema di pratîkê de qelsî hebe aştî jî ne pêkan e’
Sîda Yildiz diyar kir ku tesîskirina hiqûqê di alî aştiyê de girîng e û wiha dirêjî dayê: “Divê hiqûq demildest bi awayekî adîlane bê tesîskirin ku, baweriya bi aştiyê xurt bibe. Divê bê zanîn ku dema hiqûq di pratîkê de baş neyê tespîtkirin, ne pêkan e mirov behsa aştiyeke rastîn bikin. Aştî bi naskirina maf û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd wê pêkan be. Hêviya aştiyê nîşan dide ku divê demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin.”
‘Divê dewlet xwe bi gavên şênber îspat bike’
Sîda Yildiz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Samimiyeta desthilatdariyê wê bi gavên şênber xwe nîşan bide. Li hember gavên ku ji bo aştiyê hatine avêtin divê dewlet samimiyeta xwe ispat bike. Pêvajo bi awayekî kêfî tê dirêjkirin. Komîsyona li meclîsê hatiye avakirin di encama xebatên du mehan de divê gavên şênber biavêta. Lê ev xebat 7 mehan berdewam kir û di 18’yê Sibatê de raporek hevpar pêşkêş kir. Ji bo avêtina gavan piştî cejnê nîşan dan. Lê di ser cejnê de demek dirêj derbas bû lê hîna gavek nehatiye avêtin.”
‘Hiqûqa heyî jî pêk nayê’
Sîda Yildiz bi lêv kir ku ligel sererastkirinên qanûnî, hiqûqa heyî jî pêk nayê û got: “Qeyûm hîna didomin. Biryarên DDB û DMME’yê pêk nayên. Mînak bêjim çima hîna qeyûm hene. Biryarên DDB û DMME’yê yên der barê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Can Atalay û Tayfun Kahrman de hene. Ev biryar çima pêk nayên ? Zextên li ser çapemeniya Kurd hîna didomin.”
‘Divê statuya siyasî ya Abdullah Ocalan zelal bibe’
Sîda Yildiz balkişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha dawî lê anî: “Divê demildest statuya siyasî û hiqûqî ya Birêz Abdullah Ocalan zelal bibe. Ev di alî xesasiyeta pêvajoyê de gelek girîng e. Dewlet pasîf dimîne. Divê dewlet di gavên diavêje de zelal be. Divê maf bikevin bin ewlehiya destûra bingehîn. Divê edalet ewil ji dewletê bê. Ji ber hiqûq, pergala civakî ya dewletê ye. Heta hiqûq pêk neyê aştiyeke rastîn jî ne pêkan e.”








