Ji malbata Gulistan Dokû bangewaziya piştevaniyê

  • 09:36 15 Nîsan 2026
  • Rojane

DÊRSIM - Gulistan Dokû ya ku beriya 6 salan hat windakirin, malbata wê li ser medyaya dîjîtal bangewazî kir û got, “Ji bo piştevaniyê em bang hemû jinan dikin. Gulistan di tariyê de li benda me ye.”
 
Xwendekara pola duyem a Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulistan Doku ya ku 6 sal berê hat windakirin, di 13’ê Nîsanê de di dosyeyê de pêşketinekê çêbû. Di encama pêşketinan de kurê Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonal, Mustafa Turkay Sonal jî di navê de 13 kes hatin binçavkirin. 13 kesên ku hatin binçavkirin, îfadeyên wan hîn berdewam dikin. Malbata Gulistan Dokû jî li ber edliyeyê bendemayîna xwe didomîne.
 
Malbata Gulistan Dokû li ser medyaya dîjîtal bangewazî kir û got, “Em wek malbat li ber edliyeyê ne. Ji bo piştevaniyê em bang li hemû jinan dikin. Gulistan Dokû di tariyê de li benda me ye.”