Di doza Gulîstan Doku de 6 kesên din hatin girtin

  • 09:24 18 Nîsan 2026
  • Hiqûq
DÊRSIM - Di çarçoveya dosyeya Gulîstan Doku de ji 13 kesan 6 kesên din jî hatin girtin.
 
Di lêpirsîna Gulîstan Doku de duh îfadeyên gumanbar Celal Altaş, Nurşen Arikan, Ferhat Guven,Cemîle Yucer bi daxwaza girtinê û gumanbar Ugurcan Açikgoz jî bi dazwaza serbestberdana kontrola edlî sewki dadgehê hatin kirin.
 
Dadgehê derbarê Celal Altaş, Nurşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer, Engîn Yucer û Zaînal Abakarov de biryara girtinê da.
 
Ji xeynî kiryar Engîn Yucer, 5 kiryarên dinê şandin girtîgehê.
 
Dema ku kiryar derxistin bibin girtîgehê girseya ku li ber edliyê bû xwestin êrîşi wan bikin, lê belê polîsan destûr neda. Girse berê xwe da kiryaran û got, “Tuncay Sonel nikare we xilas bike. Hûnê hemû hesab bidin. Hün qetîl in.”
 
Kiryarên ku hîn li edliyê ne îfadeyên wan berdewam dike.