Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi eleqeyek mezin didome

  • 19:55 28 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
AMED - 11’êmîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 7’emîn de bi eleweyek mezin berdewam kir.
 
11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja 7’emîn de li ÇandAmedê berdewam dike. Di nava rojê de semînerên cûr bi cûr hatin lidarxistin û rastî eleqeyek mezin hat.
 
Her wiha îşev jî lîstika bi navê “The Artist” ku derhênerê wî Aram Nalbandyan e, hat nişandan. Beriya destpêkirina lîstikê li eywanê cihê ku temaşevan rûnên cih nema. Lîstika ku hat nişandan de behsa xeyalên ciwanekî hat kirin. Piştî lîstikê ji lîstikvanan re plaket hat dayîn û bi çepikên temaşevanan bi dawî bû.
 
Mihrîcan dê sibê jî bi bernameyên cûr bi cûr berdewam bike.