‘Aştî bi reforma demokratîk û destûra bingehîn pêkane’

  • 09:04 3 Gulan 2026
  • Rojane
Buşra Turan
 
ÎDIR - Nefîse Altun ya DBP’yî, da zanîn ku avakirina şert û mercên xebata azad a Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek girîng e û got aştî bi reforma demokratîk û ewlehiya qanûnî dikare pêkan be.
 
Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" saleke didome û der barê pêvajoyê de jî nîqaş didomin. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo hat destpêkirin û Tevgera Azadiya Kurd jî ji bo çareseriyê gav avêt. Lê dewlet û desthilatdariyê di pêvajoyê de gaveke şênber ya qanûnî pêk neanîn. Bangên ji bo gavên aştiyane bên avêtin didomin.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îdirê Nefîse Altun der barê pêvajoyê de axivî.
 
Nefîse Altun da zanîn ku pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk jiyana azad û wekhev îfade dike û bawerî bi gavên şênber ava dike. Nefîse Altun wih agot: “Ev pêvajo ji bo hemû gelan, Kurdan, Elewî, Tirk, ciwan û jinan jiyaneke azad, ya ewlehiya destura bingehîn heye îfade dike. Samimiyet ne bi gotinan bi gavên şênber tê pîvan. Ger bi rastî gavek şênber hebe, wê bi azadiya fikr û raman, rakirina pêkanîna qeyûman û reformên demokratîk pêkan be. Baweriya me zêde ye. Hêviya bi civakê re rewşeke normale. Berê jî pêvajo hatin destpêkirin hêvî hebûn lê hêviyên gel şikestin. Gel aştiyê dixwaze. Ji bo aştiyê jî muzakere, diyalgo û tevlibûna civakê şert e.”
 
‘Ji bo aştiyek mayînde diyalog şert e’
 
Nefîse Altun di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana wekhev û azad diparêze û ji bo çareseriyeke mayînde zemîna diyalogê şert e. Nefîse Altun wiha pê de çû: “Berê jî hewldan^ne çareseriyê hebûn. Lê nîvco man. Birêz ocalan ji bo aştiyê têdikoşe. Ji bo aştiyeke mayîn de hewce bi zemîna diyalogê heye. Heta ku ji bo Birêz Ocalan ev zemîn neyê avakirin pêvajo jî pêş nakeve. Ez dixwazim aştî û hêvî şîn bibe. Divê hemû alî tevli pêvajoyê bibin. Aştiyeke mayînde pêkane. Divê mijara muxatabiyê zelal bibe, berovajî vê pêvajo nikare pêş bikeve.”