Li Kobanê panêla Roja Zimanê Kurdî
- 15:38 10 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 15`ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li bajarê Kobanîyê panêlek hat lidarxistin.
Bi boneya 15`ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Komîteya Cejna Zimanê Kurdî ya Kobanê panêlek li hola Baxçeyê Ronîwar bi amadebûna bi dehan mamoste û xwendekaran li dar xist.
Panêl bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûre endamê Komîteya Cejna Zimanê Kurdî yê bajarê Kobanê Ednan Hesen bi xêrhatina hemû kesên amade kir û Roja Zimanê Kurd li giyanê hemû cangoriyên azadiyê, mamoste û xwendekaran pîroz kir.
Dûre berpirsê Peymangeha Zimanan a Zanîngeha Kobanê Muslim Nebo axivî û wiha got: "Zimanê Kurdî gelekî girîng e. Ji ber ku Zimanê Kurdî hişt ku dîrok were guhertin û hemû kesî xwe nas kir û zimanê xwe nas kirin û nasnameya xwe nas kirin. Zimanê me hebûna me ye, zimanê me hişt ku çand û hunera me werin parastin."
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim kêliyên ku çawa Kurda fêrî zimanê kurdî dikirin bi bîr anî û got: "Me bi çend mamosteyan û xwendekaran ji gundê Qeremoxê dest pê kir. Me xwendekar fêrî tîpên tîpan dikirin. Piştre sores dest pê kir. Em dikarin bibêjin ku şoreşa Rojava û şoreşa ziman e. Me hêdî hêdî ziman derbasî dibistanan kir. Heta roja îro xwendekarên me bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin û dinivîsînin."
Berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Zanîngeha Kobanê Eşref Mehmûd wiha got: "Beriya zimanê Kurdî dest pê bike, ez li Heleb bi dizî diçûn li gel mamostekê û li wir ez fêrî zimanê Kurdî bûm. Piştî demekê nansmeya min ya Konfedrasyonê bi min re bû, ji bo wê nasnameyê ez ji aliyê rêjîmê ve hatim girtin. Yanî demên berê tiştekî bi navê xwe Kurdî tune bû û zimanê Kurdî qedexe bû. Lê bi têkoşîn û berxwedana ev qas sal vaye êdî her kes bi zimanê xwe dixwînin. Zimanê Kurdî, zimanekî bingehîn e."







