Parêzer Bahar Şahrarayiyan hat girtin
- 10:28 18 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer û endama Baroya Eyaleta Farsê Bahar Şahrayiyan ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hate girtin û şandin girtîgeha Adilabad.
Li gorî rapora ku medyaya mafê mirovan weşandî, roja Şemiyê 16’ê Gulanê parêzer û endama Baroya Eyaleta Fars Bahar Şahrayiyan, li Şîrazê hate girtin.
Li gorî rapora hatî weşandin, Bahar Şahrayiyan, dema ji bo kar û barên vekaletê li Dadgeha Şoreşa Şîrazê bû, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.
Bahar Şahrayiyan roja Yekşemê 17’ê Gulanê, sewqî dozgeriyê hate kirin. Bi sûcên wek "Li dijî ewlehiya neteweyî, kombûn û peymanên veşartî", "Li dijî rejîma komara Îslamê xebatên propaganda" û "Belavkirina nûçeyên ne rast" hate sûcdarkirin. Piştre şandin girtîgeha Adilabad a li Şîrazê.
Bahar Şahrayiyan berê, ji ber xebatên xwe yên pîşeyî, ji aliyê saziyên darazê ve hatibû binçavkirin û rastî şopandina darazê hatibû. Parêzera ku di qada mafê mirovan de xebat dide meşandin, parastina girtiyên siyasî dike.







