Li Peyasê bi tovên herêmî çandinî tê kirin

  • 09:15 18 Gulan 2026
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Komîteya Ekolojiyê ya Şaredariya Peyasê, armanc tê kirin ku bi pêşxistina bikaranîna tovên herêmî, hilberînê zêde bikin û cihêrengiya biyolojîk biparêzin. 
 
Komîteya Ekolojiyê ya Şaredariya Peyasê, xebatên xwe yên şênahîkirinê bi tovên xwezayî û herêmî yên ku genetîka wan nehatiye guhertin didomîne. Ev tov bi taybetmendiyên xwe yên bîhnxweş, berxwedana li hember nexweşiyan û şiyana çandiniya demkî ya xwezayî tên naskirin. 
 
Ev hewldan di heman demê de ji bo parastina biyocihêtiya herêmî û mîrateya çandî xwedî girîngiyeke mezin e. 
 
Di vê çarçoveyê de, bi tevlêbûna Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên Meclisa Şaredariyê, cîgirên hevşaredaran û endamên Komîteya Ekolojiyê, li seraya ku ji aliyê Gerînendetiya Park û Baxçeyan ve tê birêvebirin, li hev kombûn. Li qada sera û terhikan ya şaredariyê şitilên firingî, îsot û bacanên reş ên ku ji tovên herêmî hatine berhevkirin, çandin.
 
Endamên Komîteya Ekolojiyê derbarê xebatê wiha gotin:  “Bi van tovên ku nifş bi nifş hatine veguheztin, em guh didin dengê axê û bi hev re pêşerojekê ava dikin. Em ê bi zêdekirina berhevkirin û hilberîna tovên herêmî xebatên xwe berdewam bikin da ku jiyaneke ekolojîk a tendurist ji bo nifşên siberojê bihêlin.”
 
Armanca vê xebatê ew e ku hem piştgiriyê bide çandiniya berhemên herêmî û hem jî hilberîneke saxlem, xwezayî û domdar ji bo nifşên pêşerojê were hiştin.