Klara Kobanê: Dê têkoşîna YPJ'ê bidome
- 09:09 20 Hezîran 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
HESEKÊ - Ji fermandarên YPJ'ê Kilara Kobanê bal kişand ser hevdîtina 1'ê Nîsanê ya bi Wezareta Parastinê re hatî kirin û got: "Wezaret xwest ku bila YPJ xwe fesih bike û tevlî Asayişê bibe, lê YPJ'ê ev qebûl nekir. Ji bo ku em di destûra nû ya Sûriyeyê de wek YPJ bên qebûlkirin têkoşîna me dewam dike."
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê li cîhanê bû sembola azadî û parastina jjinan, niha di qonaxek nû de têkoşîna xwe didomîne. YPJ daxwaz dike ku wek hêzeke fermî û qanûnî di nava artêşa nû ya Sûriyeyê de were nasîn û di destûra bingehîn a welat de maf û statuya wê bê parastin. Têkoşîna YPJ'ê ji bo cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de bigire dewam dike û ji bo wê hevdîtin û diyalogên di navbera fermandara YPJ'ê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de didomin. Lê heta niha ev hevdîtin negihîştine encamekê.
Têkildarê mijarê de Fermandarên YPJ'ê Kilara Kobanê ji ajansa me re axivî.
'Zîhniyeta ku divê jin di artêşê de tunebe li pêşberî me ye'
Kilara Kobanê li ser entegrasyona 29'ê Çileyê nirxandin kir û got: "Di 29'ê Çileyê de di navbera QSD û deshilata Şamê de hevpeymaniyek hat destpêkirin. Ew hevpeyman ji bo entegrasyonek demokratîk were destpêkirin hat çêkirin. Di wê pêvajoya entegrasyonê de xala herî gîrîng jî YPJ'e ye. YPJ di nava artêşa Sûriyeyê de nayê qebûlkirin. Em wekî YPJ'ê ji sala 2013'yan de di nava têkoşînêke de ne. YPJ'ê beriya QSD'ê hat avakirin û bi hebûn û nasnameya jinan heta roja îro têkoşîn da meşandin. Ji bo YPJ'e di nava Wezareta Parastina Sûriyeyê de cihê xwe bigre hevdîtin hatin çêkirin. Di hevpeyama QSD'ê de nayê gotin ku wê kîjan hêz entegre bibe an jî nebe, lê pîştî hevpeymanê û di civînên Wezareta Parastinê de me dît ku em wekî YPJ'ê ji aliyê Wezareta Parastinê ve nayên qebûlkirin. Em xwedî miraseke têkoşînê ne û me bi hezaran şehîd dan em ê têkoşîna xwe li hemberî wê zîhniyeta ku jinan qebûl nake bidomînin. Ji bo naskirina YPJ'ê di nava artêşê de hevdîtin çêdibîn. Di hevdîtinan de bi zimanekî tund redkirina YPJ'ê ji aliyê desthilata Şamê ve nîne lê belê ji demê re hiştin û danjibîrkirin heye. Zîhniyeta ku divê jin di artêşê de tune be li pêşberî me bû. Di hemû civîn û hevdîtinan de me daxwaza parastina hêza YPJ'ê kiriye û em hîn jî dikin. Çawa ku YPJ'e berê jî wekî hêzeke xweser cihê xwe di nava QSD'ê de digirt niha jî em wê dixwazin ku YPJ'e bi xweseriya xwe di nava wê entegrasyonê de cihê xwe bigre. Wê QSD'e bi şêwazê 4 lîwayan di herêmê xwe de bimîne û divê YPJ jî wê di wan lîwayan de hebe. Heta niha em têkoşîna wê didin. "
'Armanca me bi awayê destûrî qebûlkirina YPJ'ê ye'
Kilara Kobanê diyar kir ku jinên kurd bûn pêşengê civakê û bûn sembola jinên azad û wiha anî ziman: "Di Rojavayê Kurdistanê de asteke jinên Kurd heye. Di cîhanê de jinên Kurd bûne mînak, îro jinek li kîjan derê be dema zor û zahmetî dikêşe hêza xwe ji YPJ'ê digire. Ji ber ku YPJ'e hêza xwe da qebûlkirin. Ji bo vê şer kir, dîplomasî û aborî da meşandin. Ew zihniyeta ku jin nikare bike YPJ'ê bi hêz û îradeya jinan ji holê rakir. Eger îro resmiyetek çêdibe, hikumetek nû ava dibe divê deshilat bizane ku ne civak civaka berê ye û ne jî jin wekî berê ne ku serê xwe bitewînin. Mijara me ne tenê mijara leşkerî ye, eger îro YPJ'e neyê qebûlkirin di hemû sazî û dezgehan de wê cîhê jinan nîn be. Niha deshilata Şamê wê li ser me ferz dike. Lê eger di artêşê de YPJ bê qebûlkirin wê di hemû saziyan de jî jin cihê xwe bigirin. Armanca têkoşîna me di destûra nû ya Sûriyeyê de qebûlkrina YPJ'ê ye. Eger îro YPJ nayê qebûlkirin tê wateya ku desthilat bi gîştî îrade û hebûna jinan qebûl nake. Wekî YPJ'e di nava artêşê de cihê xwe girtin pir girîng û jiyanî ye. Ew ho me ne stratejiyeke demkî ye."
Di hevdîtinê de ji YPJ'ê re hat gotin ku xwe fesih bike'
Kilara Kobanê hûrgiliyên hevdîtina 1'ê Nîsanê ku bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re hatin kirin jî parve kirin û wiha got: "Di 1'ê Nîsanê de bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re şandeyek fermandarên YPJ'ê hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ji YPJ'ê re hat gotin ku xwe fesîh bike û tevlî Asayîş ango tevlî Hêzên Parastina Hûndirîn bibe. Lê YPJ ev qebûl nekir. Ji ber ku YPJ hêzeke mezin e û asayîş têra wê nake. YPJ mîraseke 15 salan e. Bi hezaran jin têvlî YPJ'ê bûn ji ber wê jî di Asayişê de cîhgirtin tenê têrê nake. Israr û têkoşîna me li ser wî esasî ye ku em wekî YPJ xweser bimînin."
'Em dest ji çeka xwe bernadin'
Kilara Kobanê anî ziman ku ew ne evîndarê çekê ne ger ku bê xwestin bi rêbazên cûda têkoşîna xwe dê berdewam bikin. Lê di rewşa heyî de ew dest ji çekê bernadin û got: "Bê guman eger entegrasyonek demokratîk çêbibe û di rewşa şerê cîhanê yê sêyem de aramî çêbibe em ne evîndarê çekê ne, em ê wê demê çekan deynin û bi rêbazên cuda têkoşînê bikin. Lê belê di rewşa heyî de em çekê danaynin. Hemû şer di ser me re tên meşandin li kolanan jin tên kuştin, jin rastî destavêtinan tên. Li Hums, Hema û Şamê jin bi rihetî nikarin derkevin derve. Lê li Rojavayê Kurdistanê ne wiha ye hêza jinan ya parastinê heye, ji ber wê jin ji hêza xwe bawerin û xwe ewle dibînin. Em jî dixwazin ku aramî çêbibe, wekî civak û jinên Kurd dixwazin ku bighên maf û hebûna xwe. Em heta niha têkoşîna fermî kirinazimanê xwe û parastina çanda xwe didin. Heta ku gavên şênber neyên avêtin wê têkoşîna me dewam bike. "
'Piştgiriyê bidin YPJ'ê'
Kilara Kobanê diyar kir ku divê jinên Kurd û hemû raya gîştî ji bo qebûlkirina YPJ'ê di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de cîh bigre têkoşînê bidin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Niha di raya gîştî de em wekî YPJ'ê tên qebûlkirin, lê divê YPJ bi awayê qanûnî li Sûriyeyê were qebûlkirin. Hêzên Kooalîsyonê bi xwe bûn şahidê ku YPJ'ê li hemberî DAIŞ'ê şer kir û ji bo hemû cîhanê biparêze berdel dan. YPJ'ê bi şerê xwe ne tenê Rojava hemû Sûriye parast û gelên cîhanê ji hovitiya DAIŞ'ê parast. Banga me ji her mirovên azadîxwaz re ye ku piştgiriya xwe bidin YPJ'ê. Bi moral û maneviyata ku em ji her jinekê digrin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."







