Komeleya Jinan a Star êrişa li Qilebanê şermezar kir
- 14:11 22 Hezîran 2026
- Rojane
WAN - Komeleya Jinan a Star, derbarê êrişa ku li Qilebanê li hemberî jinan pêk hatî daxuyaniyek da û banga darizandinê kir.
Li navenda navçeya Qileban a Şirnexê di dîmenên derketine holê de tê xuyakirin ku cerdevanê berê Abdullah Alturk û cerdevan Cevat Rustemoglû tundiyê li ser 2 jinan pêk tînin. Piştî bûyerê cerdevanên tundî li ser jinan pêk anîn hatin binçavkirin û dû re hatin berdan. Derbarê Mijarê de Komeleya Jinan a Starê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku êrişa li hemberî her du jinan nayê qebûlkirin û got: "Kesên ku hatin binçavkirin dû re hatin berdan. Nebûna lêpirsînên bi bandor rê li ber şîdetê vedike. Nayê qebûlkirin ku mêrên ku şîdetê dikin bên parastin. Wek Komeleya Jinan, em ji raya giştî re radigihînin ku em li kêleka jinên ku rastî şîdetê hatine bibin. Em ê bûyerê bişopînin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo darizandinek bi bandor û adil li dijî berpirsiyaran bidomînin. Em şîdeta li ser jinan an jî zîhniyeta ku sûcdaran diparêze qebûl nakin."








