Jin li Bazîdê hatin gel hev

  • 15:44 22 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bazîdê jin bi dirûşma "Di Avakirina Civakeke Aştîxwaz û Demokratîk de Jin" .hatin gel hev.
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi jinan re bi dirûşmeya "Di Avakirina Civakeke Aştîxwaz û Demokratîk de Jin" civiya. Gelek jin beşdarî civînê bûn.
 
Parlamentera  DEM Partiyê  a Agiriyê Nejla Demîr diyar kir ku girîng e ku jin li dijî polîtîkayên têne meşandin di hemû warên jiyanê de xwe birêxistin bikin. Nejla Demîr got, "Wekî jinên Kurd, em di pêvajoyek pir dîrokî re derbas dibin. Di vê hilweşînê de, em mecbûr in ku xwe xurt bikin, li ber xwe bidin û xwe birêxistin bikin."
 
Avakirina Aştiyê
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Muşê Sumeye Boz jî diyar kir ku aştiyeke mayînde tenê bi zihniyeta jinan li dijî polîtîkayên hilweşîna civakî dikare were avakirin û got, "Zihniyeta jinan bi qasî ku zihniyeta mêr ji bo şer amade ye, ji bo aştiyê amade ye. Divê em destên xwe bidin hev û ciwanên xwe ji nav lepên pergalê derxînin."
 
Civîn bi stranên ku jinan bi hev re gotin bi dawî bû.