Sevîl Rojbîn Çetîn li Wanê bi coş hat pêşwazîkirin
- 18:08 29 Tîrmeh 2026
- Rojane
WAN - Hevşaredara berê ya Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ku ji sala 2020’an ve di girtîgehê de bû, piştî cezayê wê qediya hat berdan. Sevîl Rojbîn Çetîn li ser rêya Wan-Colemêrgê bi coş hat pêşwazîkirin û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo aştiyeke birûmet dê berdewam bike.
Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDPê û Hevşaredara berê ya Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ku ji sala 2020an ve girtî bû, piştî ku cezayê wê qediya ji girtîgehê derket. Sevîl Çetîn li ser rêya navbera Wan û Colemêrgê ji aliyê çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwaziyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
‘Ev meş dê xwe bigehîne roja azadiyê’
Sevîl Rojbîn Çetîn di pêşwaziyê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya dîrokî û wiha got: “Nêzîkî sal û nîvek e pêvajoyeke dîrokî dest pê kiriye, ev pêvajoyeke dîrokî û sedsalî ye. Em pê bawer in ku têkoşîna me heta ku negihêje aştiyeke birûmet û civakeke demokratîk nasekine. Serî de ji bo azadiya Rêbertiyê û tevahî hevalên di girtîgehan de heta ku azad bibin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ev meşeke mezin e; nesekinî û dê salan jî berdewam bike. Ev meş dê xwe bigehîne roja azadiyê jî. Ez bi van hestan serî de hevalên jin, ciwanan û tevahî gelê me silav dikim.”







