Di hezar û 115 salî de 74 ferman
- 09:06 31 Tîrmeh 2026
- Rojane
Oznur Deger
NAVENDA NÛÇEYA- Êzidiyên di hezar û 115 salan de 74 caran bi qirkirinê re hatin rû hev, herî dawî 12 sal berê ferman li ser wan pêk hat. Berxwedana Êzidiyan a li dijî qirkirinê didome.
Komkujiya Şengalê 12 sal li pey xwe hişt. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de qêrîna berxwedana jin û zarokan cîhan rakir ser piyan. DAIŞ’ê li Şengalê êrîşî Êzidiyan kir û jin, zarok qetil kirin, li bazarên koleyan hatin firotin.
Me derbarê 12’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de geşedanên beriya komkujiyê û piştî wê hatin iyîn kom kirin.
Beriya 3’ê Tebaxê
DAIŞ piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku 2011’an de dest pê kir şûnde li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi dehan êrîş pêk anîn. di 2014’an de DAIŞ’ê Musul dagir kir û zemîna komkujiya Şengalê amade kir. DAIŞ’ê di 8’ê hezîrana 2014’an de bajarê Nînova bidest xist. 10 hezîranê de bi sedan kes qetil kir û bihezarna kes koçber bû. Di 29’ê hezîranê de li Musulê ‘Xalîfebûn’ îlan kir.
Di 3’ê Tebaxê de ketin Şengalê
Du meh şûnde 3’ê tebaxa 2014’an de Şengal hedef girt, dest bi êrîşa nkir. Êrîşa yekemîn li hember gundê Girzerik bû. 7 hezar jin û zarok hatin revandin. Bi hedefgirtina gundan re nêzî 7 hezar jin û zarok hatin revandin, destdirêjî lê hatin kirin, li bazarên koleyan hatin firotin û îşkence lê hatin kirin. Çarşefa reş li jinan kirin.
DAIŞ’ê êrîş kir peşmergeyan li berxwe neda
DAIŞ’ê êrîşên xwe domandin û peşmergeyên bi parastina Şengalê peyewirdar bûn, Şengal terk kirin û komkujiya Êzidiyan rewa kirin.
Rêwitiya ber bi çiyayê Şengalê
Êzidiyan li dijî êrîşên zêde bûn berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Jİ 400 hezar kesên li Şengalê dijiyan 290 hezar ji ber êrîşan çûn Çiyayê Şengalê. Bi hezran di rê de ji ber nexweşî, birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.
Koma ji 12 kesî pêk dihat
YPG û YPJ’ê piştgiriya ji bo Şengalê dan destpêkirin. Komeke ji 12 şervanên YPG û YPJ’ê pêk dihat, di 3’ê tebaxê de ketin herêmê. Bi hatin wan re bi hezaran jin û gelê Êzidî bi YPG û YPJ’ê re li dijî DAIŞ’ê dest bi parastina xwe kirin. YPG û YPJ’ê bi rêk û pêk bîlançoya şer bi rayagiştî re parve kirin, gel li dijî êrîşan agahdar kirin.
‘Ya bibin musliman ya terk bikin’
Bi hezaran Êzidî neçar man koç bikin. DAIŞ’iyên ketin gundê Sînunê ji gel re gotin ‘ya bibin muslimanyan jî vir terk bikin.’
Yekîneyên parastina cewherî
YPG û YPJ li qerekolên ku pêşmergeyan hiştibûn bicih bûn û Êzidî ji xeleka DAIŞ’ê derxist û hewl dan wan bi ewle bigihînin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Komeke Êzidî ya 400 kesî çek girtin û li dijî DAIŞ’ê berxwe dan. Êzidiyan Yekiîneya Berxwedana Şengalê avakirin û xwe parastin.
Şengal azad bû
Di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal ji DAIŞ’ê hat paqijkirin û YBŞ’ê hebûna leşkerî ya li Şengalê parast û lidijî xetereyan parastinê didomîne.
Piştî komkujiyê
Tevî 12 sal di ser komkujiyê re derbas bûn bandora wê hîn didome. 50 hezar Êzidî koçî Mêrdîn, Êlih, Amed, Şirnex û gelek bajarên Ewropayê kirin. Beşek ji wan piştî azadbûna Şengalê vegeriyan. 8 hezar malbat vegeriyan Şengalê.
Herî kêm 2 hezar û 213 Êzidî hatin qetilkirin
Di komujiya Şengalê de herî kêm 2 hezar û 2013 Êzidî hatin qetilkirin 390 hezarî zêdetir Êzidî koçbr bûn. Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan di Tebaxa 2014’an de 6 hezar û 417 Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin û ji van 3 hezar û 548 jê jinin. Aqûbeta 2 hezar û 600 Êzidiyê hîna nayê zanîn.
Bandora li cîhanê
Komkujiya Şengalê bandorek mezin di serî de li Rojhilata Navî û hemû cîhanê kir. Ji rayagiştî ya Cîhanê bertek nîşanê komkujiyê hat dayîn. DYA’yê li ser bertekên rayagiştî ya Cîhanê li hember DAIŞ’ê ji hewayê ve êrîş da destpêkirin. Îngîlîstan, Avustralyayê jî bi balafiran alîkarî bir Êzidiyên li Çiyayê Şengalê bicih bibûn.
Rapora NY’ê
Konseya Mafê Mirovan a NY’ê du sal piştî komkujiyê 15’ê Hezîrana 2016’ande der barê Êzidiyan de rapor weşand û êrîşa DAIŞ’ê wek ‘qirkirin’ bin av kir.
3’ê Tebaxê wek ‘Roja Qirkirina Êzidiyan’ hat îlankirin û gelên cîhanê di her 3’ê Tebaxê de bi çalakiyan DAIŞ’ê lanet dikin. Di 9’ê cotmeha 2020’a de di navbera Rêveberiya Hikûmeta Başur û Iraqê de ‘Peymana Şengalê’ hat îmzekirin . Gelê Şengalê ev peyman qebûl nekir û gotin wê dîsa bibin hedef û xwestin rêveberiyê bidin Şengaliyan.







