Di lêpirsîna Gulîstan Doku de hejmara girtiyan derket 28’an
- 20:46 2 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Midûrê Asayîşê yê demî yê Dêrsîmê Ertugrul Aslan hat girtin. Di lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 28’an.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Erzirom û Dêrsîmê der barê windabûna Gulîstan Doku dabû destpêkirin de, di pêla 4’emîn a operasyonê de kesekî din hat girtin.
Çarçoveya lêpirsînê de di 27’ê Tîrmehê de bi awayekî hevdem li 16 bajaran operasyon hat kirin. Kesên hatin binçavkirin kar û barê wan yên îfadeyê bi ast hat temamkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna de Midûrê Asayîşê yê demî yê Dêrsîmê Ertugrul Aslan hat girtin. Di lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 28’an.







