Jinên Dêrsimê: 'Em ê pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ bidomînin'
- 09:02 4 Tebax 2026
- Rojane
DÊRSÎM-Jinên tevli Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bûn, diyar kirin ku divê cihê gora Gulîstan Doku derkeve holê û gotin wê pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ bidomînin.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê qetilkirinên jinan her diçe zêde dibin. Jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Li dijî qetilkirinên jinan bêdengiya sazî û rêxistinên jinan jî balê dikşîne. Polîtîkayên bêcezahiştinê di rojevê de tên nîqaşkirin û ligel vê dosyayên bi salan e nehatine ronîkirin jî balê dikşînin. Yek ji van dosyayan jî a Gulîstan Doku ya di 5’ê Çileyê 2020’an de li Dêrsîmê hat windakirin û aqûbeta wê nayê zanînê ye.
Jinên tevli 24’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bûn, der barê mijarê de axivîn û gotin divê cihê gora Gulîstanê derkeve holê.
‘Piştî 6 salan derxistin holê’
Jina bi navê Berfîn Aslan da zanîn ku mijara Gulîstan Doku encama polîtîkaya serdest ya mêr e û got: “Piştî 6 salan şûnde derket holê. Kurê walî bi rehetî derdikeve û dibêje ‘min jinek kuşt bavê min çareser kir’. Dibêje ‘qêriya min jî ew kuşt’. Ji ber cezayê giran tunene em îro di vê rewşê de ne. Divê em xwe rêxistin bikin. Em jin rêxistinkirîne lê bi taybet li Dêrsîmê divê zêdetir rêxistin hebe.”
‘Divê em hîn bêtir wêrek bin’
Cîhan Taniş jî ev nirxandin kir: “Jinên wek Gulîstan Doku ku qêrîna wan nehatiye bihistin divê bibin wijdana civakê. Ev jinên qêrîna wan nayê bihistin terkî tarîtiyê tên kirin. Em ji civeke ku deng dernaxîne. Ji ber qêrîn şerm tê dîtin. Bila dengê me derkeve û winda derkevin holê. Divê em hîn bêtir wêrek bin ku pêşiya van komkujiyan bê girtin.”
‘Em ê pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ bidomînin’
Gulay Ateş jî destnîşan kir ku ew ji bo Gulîstan Doku xemgînin, edaletê dixwazin û wiha bi lêv kir: “Heta ku Gulîstan neyê dîtin wê dengê me derkeve.Ez her havîn têm vir. Em mirinan windayan dibihîzn. Ev mijara Gulîstan Doku çima evqas sal hat veşartin. Gorek wê hebe çima dewletê heta niha nedîtiye. Çima ji bo Gulîstan Doku tiştek nekirin. Bila zarokên xwe bikin şûna Gulîstan Doku. Qet wijdan tune ye. Em doza Gulîstan Doku dişopînin, em ê pirsa ‘Gulîstan li ku ye?’ bidomînin.”
‘Gorek Gulîstanê jî tuneye’
Ugur Kaya jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dema li Gulîstanê digeriyan cenazeyên din hatine dîtin. Ev bêgorhiştin e. Goreke Gulîstanê jî tune ye. Gelek jinên wek wê hene. Li derve tundî li jinan tê kirin kes tiştekî nake, mudaxale nake. em ditirsin. Du keçên min jî hene. Ez xemgîn dibim. Mêr bi ferasta ‘heq kir’ nêzî jinan dibin. Jin ne di piştevaniyê de ne. Dema jinek tundiyê dibîne dibêjin ‘hevjînê wê ye tişt nabe’.”
Necla Yavuz anî ziman ku bûyerên li Dêrsîmê zêde bûne wê xemgîn kirine û wiha domand: “Divê em pêşî li tiryakê û têkiliyên tarî bigirin. Ev bûyer zêde bûne û me xemgîn dikin. Ez mijara Gulîstan Doku dişopînim. Kurê Tuncay Sonel yê Gulîstan qetil kir, xwendekarê min bû. Ez pir xemgîn bûm. Baş lêpirsîn bê kirin wê cihê gorê jî derkeve holê.”
‘Bila her kes cezayê xwe bikşîne’
Surmelî Yildiz jî wiha vegot: “Mirov dixwazin li warên xwe xweş bijîn. Em dixwazin mirov bêyî tirs bên bajarê me. Kî dibe bila bibe divê cezayê xwe bikşîne. Divê dest bidin ser wijdanên xwe û ceza bidin.”







