Komeleya Jinan a Mîmoza: Em torên piştevaniyê ava dikin

  • 16:28 5 Tebax 2026
  • Rojane
MÊRSÎN-Di forumeke ku ji aliyê Komeleya Jinan a Mimoza ve hat organîzekirin de, ev peyam hat dayîn: "Polîtîkayên dewletê armanc dikin ku tundiya li dijî jinan neyê dîtin; divê em li hember vê yekê piştevaniya xwe xurt bikin."
 
Komeleya Jinan a Mimoza li otêleke li navçeya Akdeniz a Mêrsînê, forumek bi sernavê "Pêşxistina Stratejiyên ji bo Têkoşîna li Dijî Zewacên Zarokan û Zewacên bi Zorê" li dar xist. Li cihê çalakiyê pankarteke bi nivîsa "Zarokên keç bi hêz dibin û li dijî zewacên bi zorê radibin ser piyan!" hat daliqandin. Di çalakiyê de Meclîsa Dayikên Aştiyê û her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl, platformên jinan, meclisên jinan ên şaredariya û muxtarên taxan ên ji Adana û Mêrsînê amade bûn.
 
Forum bi pêşkêşiyekê dest pê kir ku tê de xebatên Komeleya Mimoza yên heta niha li Mêrsîn û Adanayê hatine kirin, hatin vegotin. Piştre, Seroka Komeleya Jinan a Mimoza Çîgdem Goksoy axaftinek kir.
 
'Em torên piştevaniyê ava dikin'
 
Çîgdem Göksoy diyar kir ku ew nêzîkî pênc salan e bi awayekî kolektîf dixebitin û got: "Em xebatên xwe bi awayekî kolektîf dimeşînin. Em nêzîkî pênc salan e li qadê çalak in û di meha Îlonê de em dikevin sala xwe ya şeşan. Armanca me ew e ku em piştevaniyeke bêdawî ava bikin û xwe xurt bikin. Pirsgirêkên ku jinên koçber li Navendên paşveşandinê  rûbirûyê wan dibin hene, hem bi taybetî li Mêrsînê û hem jî li seranserê Tirkiyeyê. Me dest pê kir ku dengê xwe di vê qadê de bidin bihîstin û bi wan re torên piştevaniyê ava bikin. Îro em li vir kom bûn da ku hûrgiliyên projeyên xwe parve bikin."
 
'Cihên stargehan tên eşkerekirin'
 
Çîgdem Goksoy diyar kir ku li Tirkiyeyê hîn jî zewaza di temenê zarokatî de berdewam dike û wiha domand: "Em her wiha bi hevkariya stargehan kar dikin. Em dizanin ku polîtîkayên giştî û rêgezên xebatê yên têkildarî stargehan wekî li  tevahiyaTirkiyeyê, li Mêrsînê jî wekî hemû stargehên din tên sepandin. Tê ragihandin ku agahî ji malbatên wan jinan re tên eşkerekirin ku xwe dispêrin van stargehan; ev yek li stargehên wan ên resen rewşekê diafirîne ku jin nikarin tê de xwe ewle hîs bikin. Di encamê de, herçend ev hemû karê me zehmet dikin jî, ew her wiha nîşan didin ka polîtîkayên dewletê heta çi astê hewl didin tundiya li dijî jinan bêdîtin bihêlin. Ew jinan li stargehan bi cih dikin û piştre cihên wan eşkere dikin. Lewma pêdiviya me li vir bi hevgirtineke mezintir heye."