Li Cizîrê tundiya mêr

  • 18:34 6 Tebax 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîr a Şirnexê mêrê bi navê Îhsan  hewl da jina bi navê K.A ku pê re di asta destberdanê de ye qetil bike.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jina bi navê K.A ji aliyê mêrên ku pê re di asta destberdanê de bû ve rastî êrîşa çekdarî hat. Gumanbarê bi navê Îhsan ku paşnavê wî nehat hînbûn, li Parka Ataturk hewl da K.A qetil bike.
 
Jina birîndar bû li nexweşxaneyê xistin bin dermankirinê. Gumanbar ji cihê bûyerê reviya û lêgerîna gumanbar didome.