ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2026'AN
- 09:00 13 Tebax 2026
- Rojev
* Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî da zanîn ku pergala heyî astengdaran wek ‘yên ne tam’ bi nav dike û ji jiyanê tecrîd dike û got: “Pênasekirina mirovê tam heye?Li gorî çi em ê vê diyar bikin?Divê em civakek ku cudahiyan hembêz dike ava bikin.” DÎMEN HEYE
* Jinên li dijî projeya JES’ê ya li gundê Licik ê girêdayê Kanîreşê berxwe didin, diyar kirin ku proje xwezayê tehdîd dike û gotin: “Em axa xwe ji kesî re nahêlin.” DÎMEN HEYE
* Elîf Akan a temenê biçûk de hat zewicandin, tevî tundiya mêr û hemû astengiyan bi zarokên xwe re jiyan ji nûve hûnand. Ji derdora xwe re bû hêvî. BI DÎMEN
* Di qetilkirinên bi guman ên jinan de daraz û hêzên ewlehiyê yên gumanbaran diparêzin li pêş lêgerîna edaletê ya malbatan dibin asteng. Dewlet bi polîtÎkaya parastin û bêcezahiştinê pêşî li qetilkirina jinan vedike. BI DÎMEN
*Kadrîye Karadag, Dayika Gulîstan Karadag a 31 salî ku li Rezanê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku berê gef li keça wê hatine xwarin û wan wek malbat gelek caran serî li emniyetê dane û got: “Zarokên me ber bi vê qirijêyê ve birin.” Kadrîye Karadag diyar kir ku keça wê beriya bê kuştin îşkence ditiye û xwest ku kiryar bên cezakirin. DÎMEN HEYE







