Ji TJA'yê daxuyaniya 'Jin Jiyan Azadî'

  • 14:27 13 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya salvegera 4’an a çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, daxuyanî da û banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir.
 
TJA’yê bi wesîleya salvegera 4’an a çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên ku li paytexta Îran Tehranê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniya bi sernavê “Di sala 4’an a şoreşa jin jiyan azadî de em têkoşînê û rêxistiniyê mezin dikin” de Jîna Emînî û jinên ku li kolanan, qadan û girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn.
 
TJA’yê diyar kir ku polîtîkayên zext, êşkence, girtin û îdamê yên rejîma Îranê krîzên civakî kûr dikin.
 
TJA’yê bal kişand ser helwesta Zeynep Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî ya li girtîgehan û îfade kir ku berxwedana van jinan a li girtîgehan, bersiveke li dijî şêwazê jiyana tê ferzkirin e.
 
TJA’yê ragihand ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” sînor derbas kirin û veguherî tevgereke jinan a kûreyî.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ya ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û mîrateya me ya berxwedana nîvsedsalî sûd werdigire, îro sînor derbas kirin û veguheriye şoreşeke jinan a gerdûnî.”
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinan sînorên ku ji aliyê desthilatdaran ve hatine xêzkirin red kiriye û banga mezinkirina têkoşîna jinan û xweparastinê hate kirin.
 
TJA’yê destnîşan kir ku ji bo avakirina jiyana azad û civaka demokratîk divê rêxistinbûna jinan were xurtkirin.