Li Dêrikê çalakiya nobedê ya ji bo zimanê Kurdî didome
- 14:30 13 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekar û şêniyên Dêrikê çalakiya xwe ya nobedê di roja çaremîn de dewam dikin ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê tê lidarxistin.
Çalakiya şêniyên bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê ya ku ji 10'ê Îlonê ve bi mebesta daxwaza naskirineke fermî û destûrî ya zimanê Kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê di bin konê ku ji hêla Înîsiyatîfa Gel a bajêr hatibû vedan destpê kiribû, di roja xwe ya çaremîn de didome.
Konê çalakiyê li pêşiya dibistana Yûsif El Ezma ya li bajarê Dêrikê hatiye vedan. Di roja çaremîn de şênî û xwendekarên gundewarên herêma Beravê ya girêdayî Dêrikê berê xwe dane konê çalakiyê, di bin kon de şêniyan helwesta xwe ya li hemberî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî tenê dayîna 3 dersên zimanê Kurdî di hefteyekê de nîşan dan.
Şênî ku daxwaza sererastkirina biryarê kirin, bang kirin ku materyalên perwerdeyê bi zimanê Kurdî jî werin dayîn û zimanê kurdî di destûrê de were naskirin.
Çalakvan destnîşan dikin ku ew ê heta naskirina zimanê kurdî têkoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe yê dayikê bidomînin.







