Li Botanê rûyê şerê piralî (2)

  • 09:05 22 Îlon 2026
  • Dosya
Torên fûhûş û hişberê ya kesên bi unîforma 
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li Botanê, dewlet wekî beşek ji polîtîkayên xwe yên şerê taybet, têkçûna exlaqî, bikaranîna tiryakê û fuhûşê pêş dixe. Polîtîkayên bêcezahiştinê bi rêya dadweriyê tê domandin.
 
Piştî heyama şer a bi salan li Botanê, yek ji mijarên ku îro herî zêde tê nîqaşkirin, bandora tiryakê, fuhûş, sîxûrî û avakirina çeteyan li ser jiyana civakî ye. Dema ku kurd van kiryaran di çarçoveya aliyê civakî yê polîtîkayên ku wekî “şerê taybet” pênase dikin de dinirxînin, ciwan û jin dibin armanca van polîtîkayan.  
 
Di vê beşa dosyeyê de, mijarên tiryakê û fuhûşê bi rêya şahidiyên niştecîhên herêmî û çavdêriyên ji qadê hatine ragihandin, hat destgirtin. 
 
Piştî 2015’an şerê taybet 
 
Zêdebûna bikaranîna tiryakê li Botanê di van salên dawî de, ne tenê wekî pirsgirêkeke tenduristiya giştî, lê her wiha wekî pêvajoyeke xwedî encamên civakî û siyasî tê nirxandin. Belavbûna tiryakê ku ji ber xizanî, bêkarî, koçberî û bêhêviya ku piştî salên pevçûnan kûrtir bûne, zêdetir bûye û rê li ber dûrketina nifşên ciwan ji têkoşînên civakî û jiyana kolektîf a rêxistinkirî vedike.
 
Li Botanê ku di heyama salên 2015-2016’an de yek ji navendên sereke yên qedexeyên derketina derve û wêrankarinê bû, pêşeroja ciwanan niha yek ji wan mijaran e ku herî zêde tê nîqaşkirin. Her ku pirsgirêka tiryakê zêdetir derdikeve pêş, eşkere dibe ku polîtîkayên civakî yên têkildarî wê têrê nakin. Mirov dikare bêje ku li herêmê polîtîkayeke piralî ya “şerê taybet” tê meşandin. Mînakên ku em pêşkêş dikin dê rewşa navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex, Elkê, Basa û Qilebanê û rola dewletê ya çalak di vî wêneyî de diyar bikin.
 
Li xeta sînor sewqîyeta tiryakê 
 
Asta ku firotin û bikaranîna tiryakê li Şirnexê, nîşan dide ku ev pirsgirêk ne ya takekesî, lê ya pêkhateyî ye. Digel ku tiryak ji derve anîn li nava bajêr tên belavkirin, bajar her wiha ji ber cihgirtina xwe ya li ser xeta sînorê Şirnex, Iraq û Sûriyeyê, wekî rêyeke sereke ya derbasbûnê ji bo tiryakê derdikeve pêş. Bi taybetî li Deriyê Sînor ê Xabûrê, bajêr dike yek ji xalên krîtîk ji bo torên tiryakê. Firotina tiryakê piştî van operasyonan di demeke kurt de ji nû ve dest pê dike, derbarê berdewamiya van toran de dibe sedema nîqaşan.
 
 
Temenê bikaranîna tiryakê ket 
 
Li herêmê çavdêriyên qadê nîşan didin ku temenê bikaranîna hişbirê kêm bûye. Malbatên ku hevpeyvîn bi wan re hatine kirin û rêxistinên civakî diyar dikin ku temenê bikaranînê heta temenê dibistana seretayî daketiye. Lê belê ev îdîaya derbarê temenê 9-12’an de di daneyên fermî yên tenduristiyê de cih nagire.  
 
Doza ‘Çeteyên Fuhûşê’ 
 
Wek mînak, pêvajoya lêpirsîn û darizandinê ya ku di sala 2013’an de li Şirnexê derbarê 25 kiryaran de hatibû destpêkirin, polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin, eşkere dike. Lêpirsîna ku di sala 2013’an de li dijî 25 kiryaran bi sûcê “Bi armanca ku fuhuşê bikin û bidin kirin avakirina çeteyê” hatibû destpêkirin, piştî 11 salan veguherî dozê.
 
Îdianameya ku piştî 11 salan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû amadekirin û tê de 25 gumanbar, çar jinên ku bi zorê hatibûn neçarhiştin fihûşê bikin û kesên ji welatên cuda cih digirin ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin û doz niha berdewam dike. 
 
 
Di îdianmeyê de Abdullah Yildiz, Emrullah Baysal, Çawişê Pispor Ertaç Kaya, Ferhan Dayan, Ferhat Açi, Ferhat Ok, Hasan Açar, Çawişê Pispor Huseyîn Şahîn, Îbrahîm Ercan, Kemal Yilmaz, Mehmet Kandemîr, Munîr Çakan, Memur Mustafa Yalçin, Nîmet Koluman, Necmettîn Çevîk, Onder Ateşoglu, Remzî Yarar û Yunus Ertaş wek gumanbar hatin binavkirin. Ayşe Yeren, Bîrsen Ateş, Meral Teker û Zubeyda Rustemoglu wek gumanbarên mexdûr hatin rêzkirin, welatiyên biyanî; F. A., H. S., J. A., M. B., M. Î., N. H., R. S. Y. û X. Y. û welatiyên ji Tirkiyeyê; H. B., S. B., A. A., A.A., M. Ç., N.Ş. D. weke neçarhiştin fihûşê bikin cih girt.  
 
Hat ragihandin ku li gor îdîayan serokê çeteyê Îbrahîm Tatar, hem bi zarokan û hem jî bi jinan re têkiliyên cinsî danîye û ew neçarî fuhûşê kirine. Di îdianameyê de hat gotin ku Kenan Tatar û Remzî Yarar ku alîkarê serokê rêxistinê ne,  bi rêya gef û zorê destdirêjî li zarokên ku ji bo fihûşê hatine şandin kirine û li hember pere ji bo fihûşê bazirganî kirine.
 
11 sal in negihîştina encamê ya di dozê de, polîtîkayên bêcezabûnê jî bi xwe re tîne. 
 
Navendên tiryak û fûhûşê 
 
Her wiha, li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, ji bilî kolanan li Şirnex û navçeyên wê, li hin eywanên masajê, navendên bedewiyê, nanxane û xaniyên kirê de jî bazirganiya hişbir û fûhûş tê kirin. Hat zanîn ku ev polîtîkayên şerê taybet ne tenê bi navendên navçeyan re sînordar in, lê belê li gundan jî belav bûne. Her wiha dibistanên dûrî navendên bajaran in û kêmasiya ewlehiya têrker li wan heye, rê li ber firotina tiryakê vekiriye.
 
Ciwan ber bi van argûmanên şerê taybet ve tên arastekirin, bi mebesta ku wan ji nasnameya wan bêpar bihêlin. 
 
 
Kesên ku li taxan tiryakê difroşin 
 
Di encama lêkolîna me de, ciwanekî ku berê tiryak bikar dianî navên kesên ku tiryakê difroşin bi me re parve kir.  Ciwanên ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve ber bi bikaranîna tiryakê ve hatine kişandin îro hem tiryakê difiroşin û hem jî bikar tînin. 
 
Li gelek taxên Cizîrê îro tiryak tê firotin. Hat îdîakirin ku li Taxa Kaleyê ya kesên bi navê B.Ç., jina bi navê koda wê Marîa, V.Ş.R.Ş. û R.K. tiryakê difroşin ciwanan. Hat îdîakirin ku kesa bi navê koda wê Marîa ye fûhûşê jî dike. 
 
Hat îdîakirin li Taxa Cûdîyê jî du komên cuda tiryakê difroşin. Li gor îdîayan koma yekem a Taxa Cûdîyê de Î.K., M.B., C.P., F.C., koma duyemîn de jî Y.O., H.O. yê girtî, H.O., H.O. û M.O tiryakê difroşin. 
 
Hat îdîakirin ku li Taxa Nûrê jî kesê bi navê O.T. tiryakê difroşe. Li gor îdîayan li Taxa Dagkapiyê jî H.G., F.A., F.A., F.X. û A. yê ku paşnavê wî nehat zanîn tiryakê difroşin. 
 
Hat îdîakirin ku li Taxa Sûrê jî K.K., li Taxa Yafesê H.E., li Taxa Dîrsekliyê jî Ş. yê ku paşnavê wî nehat zanîn firotinê dikin. 
 
Her wiha li gor îdîayan kesên bi navê Z.Y. û V.S. jî ku firotinê dikin, nehat zanîn kîjan taxê ne. 
 
Ji baronê heya narkotîkê 
 
Ciwanê ku nexwest navê xwe bide îdîakir ku, kesên ku firotina tiryakê dikin li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê kesê ku xwe wek “Serok” bi nav dike, dikirin.   
 
Her wiha hat îdîakirin ku kesên Şen û Ozkan ku firotina tiryakê dikin, di emniyetê de beşa narkotîkê de kesê bi navê “Azad” ve dixebitin. 
 
Li Qilebanê veşartina bûyera fûhûşê 
 
Li navçeya Qilebanê jî, hat îdiakirin ku 4-5 jinên ku di sala 2021’ê de li “Pasaja Bîo” yê ku li navenda navçeyê ye, di bin navê navenda bedewiyê de karê fûhûşê kirine. Hat îdîakirin ku di serdegirtina polîsan a li ser cihê bûyerê de, ji bilî jinan, çawîşên pispor jî hatine binçavkirin. Herçend nehat diyarkirin ka kê ew jin ber bi fuhûşê ve birine, lê kesên têkildar jî nehatin naskirin. Hat îdîakirin ku Serokê Şaredarê wê demê yê Qilebanê Saît Urek ê AKP’yî, destûr nedaye ku karûbarên fermî bên temamkirin û di pergala UYAP’ê de mijar nehatiye tomarkirin. Li gor îdîayan bûyer bi rêya destwerdana Saît Urek hatiye nixumandin.
 
Li Hezexê destdirêjî û tiryak 
 
Hat îdiakirin ku nobedarê bi navê H.A., ku li Hezexê kar dikir, bi wesayîta xwe tiryakê ji Êlihê anîye û firotiye. Hat îdiakirin ku H.A., piştî bertekên li navçeyê yên têkildarî îdiayên tacîzkirina jinan, wî şandine Basayê. Herwiha hat îdîakirin ku H.A. tiryakê ji kesên M.E. û Î.G. re peyda dike û tîne. Her wiha hat zanîn ku M.E. û Î.G. ji ber firotina tiryakê nêzîkî 6 mehan in di girtîgehê de ne. 
 
Herçend me nekarîbû derbarê kesên ku li navçeyên din tiryakê difirotin de agahiyan bi dest bixin jî, danûstandinên bi niştecîhên herêmê re nîşan dan ku tiryak ji derve, bi taybetî jî ji ser sînor tên anîn û hem bikaranîn û hem jî firotina wan di salên dawî de belav bûye. 
 
Sibehê: Şahida dorpêçkirina li Botanê ciwanan dike hedef